Hejmara şehîdên li Qamişloyê derket 7’an, êrîş dewam dikin

Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de jina ciwan a bi navê Aya El Sebawî jî şehîd bû. Hejmara şehîdên li Qamişloyê derket 7’an.

Di encama bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Um El Fursan a dikeve rojhilatê Qamişloyê de jina ciwan Aya El Sebawî şehîd bû û dodmama wê Sureya El Sewabî jî birîndar bû.

Di saetên dawî de dewleta Tirk kargeheke terzî û stasyona petrolê ya Qenat Siwês a taxa Meyselûn a Qamişloyê jî bombebaran kir.

Bi vî awayî di êrîşên dewleta Tirk de 7 welatiyên Kantona Cizîrê şehîd bûn û 10 kes jî birîndar bûn. Li Kobanê jî 2 karker birîndar bûn.