Rûken Ehmed: Divê refên berxwedanê bên xurtkirin

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed nerazîbûn nîşanî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê dan û got: “Divê em di berxwedanê de israr bikin û xwedî li azadî û xaka xwe derbikevin.”

Rûken Ehmed got: “Divê gelê me berxwedana Rêber Apo û berxwedana girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ji xwe re mînak bigire û refên berxwedanê xurt bike. Divê em bi hêrsa xwe êrîşên dewleta Tirk a dagirker pûç bikin. Dewleta Tirk israr dike ku gel ji herêmê koç bike, divê em jî ji bo jiyana li ser xaka xwe û di berxwedanê de israr bikin ku xwedî li azadî û xaka xwe derbikevin.”

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re axivî.

Rûken Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk îsal gelek caran êrîşî binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got: “Dewleta Tirk herêmên ku xizmetê ji gel re dikin, dike hedef. Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi derfetên xwe û tevî ambargoyê jî cihên ku xizmetê ji gel re dikin ji nû ve afirand û xisarên çêbûyîn, hatin sererastkirin. Rêveberiya Xweser deverên ku hatin tahrîbkirin ji nû ve sererast kir û dewleta Tirk tehemûlî vê yekê nekir. Her wiha bêtehemûliya dewleta Tirk a li hemberî Peymana Civakî jî nîşan dide.”

‘DIXWAZIN GEL BIDIN KOÇBERKIRIN’

Rûken Ehmed, behsa armanca dewleta Tirk a dagirker ji hedef girtina binesaziyên herêmen Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha got, “Armanca sereke ya hedef girtina binesaziyên herêmê, koçberkirina gel e. Cihên hatine bombekirin, navendên rêxistin û saziyên sivîl ên herêmê ne. Gel li van navendan xebatên xwe dimeşînin. Her wiha ew cihên ku gel lê debara xwe pêk tînin e. Lê divê bê zanîn gel di biryarbûna xwe de bi israr e. Gel peyama, ‘Ger tiştek me yê xwarinê nemîne jî, em ê axa xwe bixwin û dev ji warên xwe bernedin’ da. Dewleta Tirk li hemberî israra gel a berxwedanê, bêtehemûl e. Dewleta Tirk dixwaze rastî gelek ku têk biçe û teslîm bibe were, lê gelê me berxwedana xwe mezintir kir. Her wiha tevlîbûna gelê herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ya ji pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka gelê Kurd re çareseriya siyasî” bi awayekî çalak, dewleta Tirk bêzar kiriye.”

‘HEDEF GIRTINA SIVÎLAN NÎŞANEYA BÊÇAREBÛNÊ YE’

Rûken Ehmed, destnîşan kir ku sivîl tên hedef girtin û wiha gotina xwe domand, “Hedef girtina sivîlan nîşaneya bêçaretiya dewleta Tirk e. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tevî şert û mercên zivistanê yên dijwar jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyên hêja lidar xist. Bi van çalakiyan piştgirî dan berxwedana ku bi pêşengiya Rêber Apo li Îmraliyê tê dayîn. Dewleta Tirk ji ber têkçûna xwe ya li hemberî şervanên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê binesaziya herêmê û sivîlan hedef digire."

‘EM XWEDÎ LI AZADÎ Û XAKA XWE DERKEVIN’

Rûken Ehmed êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelan şermezar kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê gelê me berxwedana Rêber Apo û berxwedana girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ji xwe re mînak bigire û refên berxwedanê xurt bike. Divê em bi çalakiyên xwe, bi têkoşîn û berxwedana xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Divê em li dijî êrîşan li qadan bin û bi hêrsa xwe êrîşên dewleta Tirk pûç bikin. Divê gelê me yê li dervey welêt û dostên me jî bizanin ku ev êrîş li dijî îradeya gelan pêk tên. Dewleta Tirk israr dike ku gel ji herêmê koç bike. Divê em jî ji bo jiyana xwe li ser xaka xwe û berxwedanê israr bikin ku xwedî li azadî û xaka xwe derkevin.”