Rêveberiya Xweser li dijî êrîşên qirkirinê banga parastina rewa kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ew ê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker xelkê herêmê û destkeftiyên wan biparêzin û bang li her kesî kir ku bi parastina rewa xwe biparêzin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Serokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman daxuyanî xwend. 

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye: "Di nava hêviyên nû yên aştî û destpêkirina sala nû de, ku cîhan tevahî li van daxwazan digere û destpêka sala nû pîroz dike, dewleta Tirk bi dîrok û adetên xwe yên asayî di qirkirin û wêrankirinê de ku ew beşek ji nêrîn û fikreya vê dewletê û stratejiya wê ya ku li ser hesabê gelane dev jê bernade.

Dewleta Tirk di kêmtirî 3’ê mehan de û zêdetirî 10 salan e ku van nêzîkatiyan dimeşîne û hewl dide tevlîheviyê derxe. Bi awayekî berdewam êrîşî herêmên me, binesazî, cihên petrolê û saziyên xizmetguzariyê dike.

Ev saziyên têne hedefgirtin, weke ku ji destpêka meha Cotmeha îsal de heta niha pêk hatiye, di xizmetkirina şêniyan de ye û destekdayîna xizmetî, mirovî pêşkêş dike, her wiha barê ku ji ber ambargo û şerê li herêmê çêbûye, sivik dike.

Êrîşên ku têne kirin xwesteka berçav a dewleta Tirk di tolhildana ji DAÎŞ’ê re û xwesteka wê ku derfetekê bide wê da ku çekdarên xwe yên têkçûyî kom bike, her wiha xwesteka wê ya eşkere di dorpêçkirina projeya gelê me de ye, ku bûye projeyeke eşkere di çareserkirina rast û aramiyê pêk bîne û parastina yekîtiya gelê Sûriyê bike.

Ji bilî hemû projeyên ku dewleta Tirk destekê dide wan û hewldanên wê yên berçav ku pêşî li pêşxistina vê îradeyê bigire, lê ev rêveberî bi pêş dikeve, xizmetguzariyan ji hermê û pêkhateyên wê re pêşkêş dike. Êrîşên dewleta Tirk derfeteke nû ji DAÎŞ`ê re ye ku xwe vejîne, şerê li dijî wê tevlîhev bike. Her wiha hewldaneke nû weke refleksa li hember binketina projeya tevlîhevî û şerê navxweyî ku dewleta Tirk destekê dide vê yekê û aliyên din ên herêmî li herêmên me ye.

Li ser vê yekê em weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de van êrîş, zêdegaviyên dewleta Tirk û hedefgirtina saziyên sivîl û xizmetguzarî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin. Em teqez dikin ku ev êrîş zehmetiyên mirovî û aborî zêdetir dike û gefan li xebatên parastina aramiyê û şerê li dijî terorê, dixwe.

Ev êrişî hewextî hebûna xeteriya mezin a terorê ku di rêza yekemîn de DAIŞ heye, pêk tên. Em bang li NY`yê, rêxistinên hiqûqî û mirovî yên pêwendîdar dikin ku li hemberî van êrîşên gefan li aramî û yekîtiya bi milyonan şêniyên di nava rewşên zehmet de dijîn dikin helwesteke eşkere nîşan bidin. 

Em bang li Koalisyona Navneteweyî dikin ku helwesteke zelal û eşkere li hember van êrîşan nîşan bide û êrîşan bide sekinandin. Ji ber ev yek gefan li destkeftên li dijî terorê dixwe, bandoreke neyênî li rewşa giştî dike û gefan li aramî û ewlehiyê dixwe.

Dm bang li Rûsyayê jî dikin ku helwesteke zelal li hember vê aloziyê nîşan bide. Ji ber ku ev tenê li dijî herêmên me, berteke rasterast li dijî hemû herêmên Sûriyeyê ye.

Em bang li hikumeta Şamê û hemû aliyên parastina yekîtiya Sûriyeyê dikin ku helwesteke wan li hember van êrîşên li dijî tevahî Sûriyeyê û erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne hebe. Pir şaş e ku mirov bi awayekî din li vê yekê binêre. Her wiha binpêkirineke berçav li dijî serweriya Sûriyeyê, hedefgirtina sazî û navendên xizmetguzerî ku xizmeta hemû gelê Sûriyeyê dike.

Di dawiyê de em bang li pêkhateyên cûda yên gelê xwe dikin ku weke her carê û mîna salên aloziyê yek dest bin, li hember fitne, tevlîhevî û wêraniyê, hişyar bin û xwedî li projeya neteweya demokratîk derkevin.

Ev yek vebijêrka stratejîk a serkeftî bû ku gelê me bi saya wê karibû destkeftî û mîrata xwe ya mezin biparêze.

Em bang dikin ku amade bin û asta parastin, xweparastinê û mafên rewa bilind bikin. Em piştrast dikin ku yekîtiya gelê me, hişyarî û pêkanîna projeya neteweya demokratîk û şopandina wê nêzîkatiyê, bingeha parastina herêmên me, tunekirina êrîşên dewleta Tirk û pûçkirina hemû pilanên tevlîhevî û wêrankirinê ye û rêya ber bi serketina mayînde, rizgarkirina herêmên me yên dagirkirî û avakirina Sûriyeyeke nû, demokratîk, pirrenge.

Em soz didin gelê xwe ku em ê parastina destkeftiyên xwe bikin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin heta ku armancên xwe di avakirina îrade û civakeke azad, pêk bînin."