Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya
Di cîvîna Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk a li Wanê de hate ragihandin ku wê li Mêrdîn û Bazîdê jî civîn werin lidarxistin.
Di cîvîna Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk a li Wanê de hate ragihandin ku wê li Mêrdîn û Bazîdê jî civîn werin lidarxistin.
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li Wanê civîna xwe ya duyemîn li dar xist. Civîn li bînaya Baroya Wanê hate lidarxistin û Hevberdev Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Mehmet Kamaçû gelek kesên din beşdarî civînê bûn.
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku li gel banga Rêber Apo ya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ ew ji serdemeke dîrokî derbas dikin û got: ‘’Gelê Kurd bi sedsalan e têdikoşe û li ber xwe dide. Em dixwazinli ser van xakan jiyana hevpar a hemû gel û baweriyan ava bikin. Me ji ber vê yekê înîsiyatîf ava kirin.’’
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît destnîşan kir ku di çarçoveya xebatên însiyatîfê de, wê di 26’ê Tîrmehê de konferansek li navçeya Bazîd a Agiriyê li dar bixin. Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê, diyar kir ku wê li Mêrdînê jî konferansek li dar bixin û wiha pê de çû: “Em ê konferansa xwe ya yekemîn diyariyê Ehmedê Xanî bikin. Wê naveroka konferansê li ser girîngiya yekitiya Kurdan be. Armanca konferansan ew e ku xebatên me xurt bikin.”
Mehmet Kamaç jî ev yek anîn ziman: “Xebata me ya yekemîn xurtkirin û pêşxistin e. Em ê tevî kesên ku heta îro me nedîtine re bixebitin û hewl bidin ji bo xurtkirina însiyatîfê. Em girîngiya yekitiya Kurdan û hevjiyana bi gelên Kurdistanê re dizanin. Em ê di vê civînê de xebatên xwe yên pêşerojê gotûbêj bikin.”