Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dagirkeriyê protesto kirin

Şênî û pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Kanûnê ve, binesaziya herêmê û navendên xizmetguzariyê ya Bakur û Rojhilatê ji bajarê Dêrikê, navçeya Tirbespiyê û Qamişlo li kantona Cizîrê heta Kobanê ya kantona Firat û Kantona Efrîn û Şehbayê topbaran dike. 

Li hember wan êrişan, bi sedan şêniyên û pêkhateyên herêmê daketin qadan û êrîşên deweta Trik a dagirker bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Hevseroka Komîna Şehîd Hozan Selman Mihemed li pêşiya Saziya Kehrebeyê ya Amûdê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker komkujiyan li dijî xelkê herêmê yên şerê DAÎŞ`ê kirine, pêk tine.

Li navçeya Girkê Legê ya Qamişloyê Meclisa Navçeyê daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe qanûnên navneteweyî li pêş çavên hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan binpê dike.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bi daxuyaniyekê li pêşiya navenda xwe ya li başûrê kantona Reqayê şermezar kir.

Berdevka Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê Ebîr El Hac Ebdullah daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk piştî binkeftina li Zap û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê, êrîş herêmê kir û soza mezinkirina têkoşînê li hember êrîşan hate dayîn.

Şêniyên navçeya Girkê Legê û endamên saziyên sivîl ên navçeyê, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke protestoyî li dar xist.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisa Navçeya Çilaxa Mihemed Faris ve hat xwendin.

TEV-DEM’Ê BANGA YEKITÎ Û BERXWEDANÊ KIR

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî êrÎşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê daxuyaniyek da. 

TEV-DEM`ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker xwe li hember hevpeymana civakî ya herêmê ranegirt ji ber wê êrîşî herêmê kir û got : "Ev êrîşên wê ne rewa ne û tu qanun rê nade wê ku kargeh, navend û cihên stratejîk û yên xizmetguzariyê bike.

TEV-DEM`ê di dewama daxuyaniya xwe de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û binesaziya wê şermezar kir.

Her wiha TEV-DEM`ê bang li pêkhateyên herêmê, rêxistinên civaka sivîl, nîştimanî û siyasî kir ku ji her demê bêhtir hevgirtî bin û ji bo parastina destkeftiyên dîrokî berxwedanê mezin bikin.