ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Komên çete li ser Til Eranê de girtin: Gelek ciwan hatin revandin
Komên çete li ser bajarokê Til Eren rojhilatê bajarê Helebê ku Kurd lê dijîn girtin. Di serdegirtinê de bi dehan ciwan hatin revandin. -
Li Şamê li dijî dêrê êrîş: Herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest da
Di encama êrîşa xwekujî ya li dijî Dêra Mar Îlyas a li Şamê de, 15 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Nasnameya 3 şehîdan hate eşkerekirin
QSD'ê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir ku di berxwedana li dijî dewleta Tirk de di demên cuda de şehîd bûn. -
Jinên Efrînî yên bi zorê hatine koçberkirin: Bila dawî li dagirkeriyê bê anîn
Jinên ji Kantona Efrîn-Şehbayê ji ber dagirkeriyê ji neçarî koçber bûne, li Reqayê daxuyaniyek dan çapemeniyê û xwestin, dawî li dagirkeriya li ser xaka wan bê anîn. -
Li Tirbespiyê cenazeyê 3 şervanên azadiyê hatin veşartin
Li Tirbespiyê bi merasîmekî cenazeyê sê şervanên azadiyê ku di demên cuda de şehîd bûne, bi tevlîbûna sedan kesan hatin veşartin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Elî Ehmed El Ehmed bi merasîmeke biheybet li Pakrewangeha Şehîd Igab El Eswed a Til Koçerê hat veşartin. -
Çeteyan li Efrînê xwepêşandêran revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hejmareke ciwanên ku li dijî wan xwepêşandan li dar xistibûn, revandin. -
Serhildêrekî nemir: Fîras
Fîras ne tenê şervanek e, serhildanek e ku di bîra gel de xwe nemir bû. Dema li kolanên Kobanê mezin bû, şoreş û hêvî di çavên xwe de xemiland. Bi ser dorpêçkirina Kobanê ve çû. Piştre berê xwe da Minbicê û herî dawî jî nemiriye... -
Cenazeyê şervanê QSD'ê Zinar Kobanê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê Zinar Kobanê yê 18`ê Hezîrana 2025`an li Qerarîşkê yê Kobanê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle hat veşartin. -
Çalakiya ji bo ciwanê ku li Efrînê hate qetilkirin: Li gorî peymanê tevbigerin
Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê qetilkirina ciwanekî li Efrînê ji aliyê çeteyên Tirkiyeyê ve şermezar kir û bang li Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku li gorî peymana hatî îmzekirin tevbigerin. -
Xeznewî: Rojava ne dirûşmeyek e, modelek e ku rêzê li hemû olan digire
Zanayê olî yê Rojavayî Şêx Murşid El Xeznewî têkildarî ol, siyaset û têkoşîna azadiya gelê Kurd peyamên girîng dan. -
Li Efrînê ciwanek bi destê çeteyan hate qetilkirin
Li gundê Hec Hisnî yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê, ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate qetilkirin. -
Li Helebê çalakiya hunerî ya ji bo azadiya Rêber Apo
Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Helebê bi rêya çalakiyek hunerî piştgiriya xwe ji Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo re nîşan da û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir. -
Pêngava Azadî ji Rêber Apo re -IV
Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji Qamişloyê heta bi Reqayê bi meş, rojên xwendinê, çalakiyên kon û festîvalan hate meşandin, bi biryardarî dewam dike. -
Li Dêrazorê di êrîşa DAÎŞ'ê de karmendekî sivîl şehîd bû
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê diyar kir ku li Dêrazorê di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê de karmendekî sivîl şehîd bûye. -
Ji bo azadiya Rêber Apo li Dirbêsiyê ciwan meşiyan
Ji bo azadiya Rêber Apo li Dirbêsiyê bi pêşengiya ciwanan meşek hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate gotin, "Serketina pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dibe." -
Ji Zanîngeha Kobanê daxuyaniya têkildarî silavên Rêber Apo
Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê û Meclisa Xwendekaran der barê silavên Rêber Abdullah Ocalan ji wan re şandine de, daxuyaniyek da. -
178 kes bi dilxwazî ji Kampa Holê derketin
178 kesên ku bi dilxwazî ji Kampa Holê derketin, ber bi bajarê Helebê ve bi rê ketin. Pêvajoya ji nû ve vegerê bi koordînasyona aktorên navneteweyî û herêmî di çarçoveya mafên mirovan de hate meşandin. -
Li Tirbespiyê qurbaniyên Seyfo hatin bibîranîn
Suryaniyên li bajarê Tirbespiyê bang kir ku komkujiyên Seyfo ya li ser gelê Suryanî-Asûrî-Keldanî wekî jenosîd di nava qada navneteweyî de were naskirin. -
Ji bo azadiya Rêber Apo meş û mîtîng
Li bajarê Til Berak ê Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxwaza azadî ji bo Rêber Apo, meş û mîtîng hate lidarxistin. -
Îsraîl li Sûriyeyê li dijî Hamasê operasyonek pêk anî
Artêşa Îsraîlê, ragihand ku di operasyonekê de li başûrê Sûriyeyê çend endamên Hamasê girtine. Li gorî artêşê ev kesên hatine girtin amadekariyê êrîşê dikirin. -
'Em ê şopîner û hilgirê ramanên Rêber Apo bin'
Peyama silavê ya ku Rêber Apo di Cejna Qurbanê de ji Zanîngeha Kobanê re şand, di nav xwendekar û mamosteyan de kelecanek mezin çêkir. Mamoste Dilvîn Ehmed got, “Em ê şopîner û hilgirê ramanên Rêber Apo bin.” -
Li Kobanê ji bo du şehîdan merasîmeke bi heybet
Li kantona Firatê ji bo şervanê Hêzên Komandos Rêbez Aşmê û şervanê QSD’ê Abû Qasim El Reqawî ku di dîrokên cuda de şehîd bibûn merasîmeke bi heybet hate lidar xistin. -
Silêman: Armanca sereke Sûriyeyeke nenavendî-demokratîk e
Endamê Heyeta Danûstandinan a Kurd a Rojava Ehmed Silêman anî ziman ku armanca sereke ya heyeta Kurd a Rojava ew e ku di çarçoveya Sûriyeyeke nenavendî-demokratîk de mafên destûra bingehîn bêne misogerkirin. -
Şandeya Ewropayê bi kesên bi darê zorê hatine koçberkirin re civiya
Şandeya Ewropî ku ji parlamenter û hiqûqnasan pêk tê, bi nûnerên koçberên Serêkaniyê û Efrînê re li hev civiya. Di hevdîtinê de pirsgirêkên mirovî û hiqûqî yên ku gelê bi darê zorê hatiye koçberkirin rû bi rû dimîne, hatin nîqaşkirin.