ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD: Sê şervanên me li deverên cuda şehîd bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di têkoşîna li dijî şaneyên DAÎŞ'ê de 3 şervanên wan li deverên cuda şehîd bûne. -
Li Til Temirê 2 şehîd hatin veşartin
Şervanê QSD'ê û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên di êrîşên DAÎŞ'ê de şehîd bûn, li Til Temirê bi merasîmekê hatin veşartin. -
Nasnameyên 3 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin eşkerekirin
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameyên 3 endamên xwe yên ku di encama êrîşa bombeyê ya şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê li ser rêya Reqa-Hesekê de şehîd bûbûn, eşkere kirin. -
Li Rimêlanê civîna 'Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hat lidarxistin
Bi pêşengiya Kongra Starê di çarçoveya kampanyaya "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li Rimelanê civîn hat lidarxistin. -
Li Helebê pevguhertina girtî û dîlgirtiyan ji nû ve destpê dike
Çavkaniyên Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ragihandin ku wê qonaxa duyemîn a pevguhertina girtiyan di navbera meclîsê û desthilata Şamê de ku di 28`ê Gulanê de hatibû astengkirin, îro ji nû ve berdewam bike. -
Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şamê daxuyaniya hevpar dan
Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şandeya Şamê di nîqaşên li ser gelek mijaran de, li ser gelek xalan li hev kirin. -
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê bi dawî bû
Hevdîtina ku di navbera şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desthilata Şamê de li paytext Şamê pêk hat, bi dawî bû. -
Di encama êrîşa DAÎŞ’ê de 3 endamên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ragihand ku di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de 3 endamên wan şehîd bûne. -
Rêveberiya Xweser û Şam ji bo peyman bikeve meriyete hevdîtin kirin
Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya peymana ku 10’ê Adarê navbera QSD’ê û desthilatdariya Şamê hatî îmzekirin de, li Şamê hevdîtin pêk anî. -
Schirdewan bi Îlham Ehmed re hevdîtin kir û çû serdana Kampa Roj
Hevserokê Koma Çep a Parlamenta Ewropayê Martin Schirdewan di serdana xwe ya Rojava de bi Hevseroka Daireya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlhamî Ehmed re hevdîtin kir. -
'Em ê heta dawiyê xeta şehîdan biparêzin’
Fatme Silêman Hebeş kadroyên damezrîner ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bibîr anî û got, “Em ê xwedî li mîrateya wan a têkoşînê derkevin.” -
QSD’ê, MSD’ê û Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna mitabeqeta 10’ê Adarê civiyan
Nûnerên QSD, Rêveberiya Xweser û Konseya Demokratîk a Sûriyeyê ji bo pêkanîna mitabeqeta bi Şamê re hatine îmzekirin û nîqaşkirina ji bo mijarên hevkariya li dijî DAÎŞ’ê civiyan. Di civînê de amadekariyên konferansa neteweyî jî hate nîqaşkirin. -
Li Zanîngeha Kobanê panelek li ser banga Rêber Apo hat dayîn
Li ser ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ku Rêber Aoo di 27’ê Sibatê de kir, ji aliye Zanîngeha Kobanê ve panêlek hat dayîn. -
Hevserokê Koma Çep a PE’yê bi fermandarên QSD û YPJ’ê re hevdîtin kir
Hevserokê Koma Çep a PE'yê Martîn Schirdewan bi nûnerên Rêxistina Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Fermandara YPJ Rohilat Efrîn û Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir. -
Şandeya Rêveberiya Xweser li Şamê ye
Şandeyeke ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bi rayedarên desthilatdariya Şamê re hevdîtinê bike, çû paytexta Sûriye Şamê. -
Çalakiya azadî ji Rêber Apo re: Bê Serok jiyan nabe!
Gelê Til Temir û Zirganê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiya. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” hate berzkirin. -
QSD’ê li El-Busayra gelek çeteyên DAÎŞ’ê girtin
Yekîneyên qomando yên QSD’ê li çoltera El-Busayra ya rojhilatê Dêrazorê di encama oporasyona ewlehiyê de gelek çeteyên DAÎŞ’ê girtin. -
Hevserokê Koma Çep a PE’yê serdana Reqa û Kobanê kir
Hevserokê Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê (PE) Martîn Schirdewan ku di çarçoveya serdanên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çû Reqa û Kobanê. -
Şandeya Ewropayê serdana Kobanê kir
Şandeya Ewropayê ji bo şopandina rewşa herêmê û zehmetiyên ewlehî, lêkolînkirina rêbazên xurtkirina hevkarî û piştgiriya mirovî, serdana bajarê Kobanê kir. -
Li Qamişlo û Girkê Legê bi hezaran kes ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li bajarên Qamişlo û Girkê Legê meş hatin lidarxistin. Bi hezaran kes meşiyan û diyark irin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gava esasî ya aştiyê ye. -
Li Hesekê ji bo azadiya Rêber Apo meş
Li bajarê Hesekê ya Bakur Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedan kes ji bo azadiya Rêber Apo meşel lidar xistin. -
Pevguhertin pêk nehat: Şamê serbestberdana şervanên YPJ’ê red kir
Qonaxa duyem a lihevkirina pevguhertina dîlan ya di navbera rêveberiya Şamê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê de hatî îmzekirin, ji ber serbestneberdana şervanên YPJ’ê hate taloqkirin. -
Ji bo Şehîd Abbas Baran merasîma bîranînê hate lidarxistin
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê ya Kantona Cizîrê ji bo şervanê Hêzên Parastina Gel (HPG) Yasîn Elî (Abbas Baran) merasîma bîranînê li dar xist. -
Baran Çiya yê li Zapê şehîd bû, li Kobanê hate bîranîn
Ji bo gerîlayê HPG’ê yê li Zapê şehîd bû Baran Çiya (Alan Alî) li Kobanê merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. -
Şandeya Rêveberiya Xweser diçe Şamê
Fermandarê Hêzên Bakur a Demokratîk a girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ebu Omer el-Îdlibî ragihand ku şandeyeke ji Rojava roja Îniyê (30’ê Gulanê) wê biçe Şamê.