ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şerê li bejahiya Şamê: Partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kirin
34 partî û rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî şerê li herêmên Sehnaya û Ceremana yê li bejahiya Şamê daxuyaniyek dan û banga bidawîbûna şer kirin. -
Kemîn li pêşiya Durziyan hate danîn: Herî kêm 15 kes hatin kuştin
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR)ragihand ku li nêzî Şamê roja Çarşemê kemînek hate danîn û di encamê de herî kêm 15 şervanên Durzî hatin kuştin. Lîderê rûhanî yê Durziyan êrîş bi 'qirkirinê' pênase kir. -
Li Rojava coşa 1'ê Gulanê
Bi dirûşma 'Bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk em 1'ê Gulanê bi hev re pîroz bikin' li gundê Siwêdîkê yê Dêrikê û gundê Mizgeftê yê Tirbespiyê 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran hate pîrozkirin. -
Rêveberiya Xweser bal kişand ser girîngiya avakirina pergaleke demokratîk
Rêveberiya Xweser diyar kir ku ji bo çareserkirina sedemên hiştine civaka Sûriyeyê were parçekirin pêwîstî bi avakirina pergaleke demokratîk a pirrengî û pêkanîna diyalogê heye. -
MSD’ê têkîldarî pevçûnên li Şamê daxuyanî da
MSD’ê têkîldarî pevçûnên ku li gundewarê Şamê di navbera hêzên desthilardariyê û Durziyan de derket daxuyanî da û banga rawestadina demildest a tundtûjî û destpêkirina gavên cidî ya çareseriya siyasî kir. -
QSD: Pisporê teqemeniyê yê DAÎŞ’ê hat girtin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê ragihand ku bi piştevaniya hêzên Koalîsyona Navneteweyî li gundewarê Dêrazorê pisporê teqemeniyê yê DAÎŞ’ê hatiye girtin. -
QSD'ê nasnameya 5 şehîdên Dêrazorê eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê nasnameya 5 şervanên xwe eşkere kir ku 28'ê Nîsanê li bejahiya Dêrazorê di encama êrîşekê de şehîd bûn. -
Ji Rêveberiya Xweser peyama 1'ê Gulanê
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran bi peyamekê pîroz kir. -
Li derdora Şamê di şer de herî kêm 18 kes hatin kuştin
Şer û pevçûnên li Sûriyeyê yên ku piştî belavbûna dengekî ya li ser înternetê ku tê îdîakirin heqaretê li Îslamê dike, dest pê kirin, berdewam dikin. Hate ragihandin ku duh bi şev 18 kes hatine kuştin. -
Di bin siya şer û dengê topan de perwerdeyê dewam kir
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê yê Sûriyeyê, tevî êrîşên komên girêdayî dewleta Tirk ên ku bi salan dom kir jî, mamoste û xwendekar ji bo xurtkirina ziman û perwerdeyê bi kedeke mezin têkoşiyan. -
Konvoya Cizîrê gihişt Bendava Tişrînê
Nobeda ji bo parastina Bendava Tişrînê hatiye destpêkirin 112 roj in didome. Konvoya koma nû ya Kantona Cizîrê gihişt Tişrînê û nobet dewr girt. -
Konvoya 8`emîn a xelkê Firatê gihîşt Kobanê
Xelkê Firatê ku li bendava Tişrînê ku nobedarbûn, îro ji aliyê bi sedan kesî ve li qada jina azad hatin pêşwazîkirin. -
Piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê QSD’ê tedbîrên ewlehiyê zêdetir kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê, ragihand ku piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Kantona Dêrazorê tedbîrên ewlehiyê ya li herêmê zêdetir kirine. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1'ê Gulanê weke betlaneya fermî hate ragihandin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1'ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê kir betlaneya fermî. -
Xelkê Dêrikê ji bo Rêber Apo meşiya
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li navenda bajarê Dêrikê meşek hate lidarxistin. -
Heyeta DEM Partî û DBP'ê serdana Ofîsa MSD'ê ya li Qamişloyê kir
Heyeta DEM Partî û DBP'ê li Qamişloyê serdana ofîsa Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) kir. Di hevdîtinê de 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' hate nirxandin. -
QSD'ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya 5 şervanên xwe eşkere kir ku meha Kanûnê di dem û rojên cuda de şehîd bûn. -
Li Bendava Tişrînê Nobet didome: Em ê rê nedin dagirkeriyê
Berxwedanvanên ku li bendava Tişrînê nobetê digirin, berxwedana xwe bi peyama, "Ev bendav ya me ye, em ê av û axa xwe bi canê xwe biparêzin" didomînin. -
Rênas Fetah: Pergala perwerde û ezmûnan wê neyê guhertin
Rênas Fetah diyar kir ku amadekariya ji bo ezmûnên serbest tên kirin û got: “Pergala perwerde û ezmûnan wê neyê guhertin û weke salên borî bidome.” -
Hevdîtinên DBP û DEM Partiyê yên li Rojava didomin
Şandeya DBP û DEM Partiyê di çarçoveya serdanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi rayedarên PYD û ENKS’ê re hevdîtin kir. -
Salar Hisên: Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ji bo gelê Kurd pêngavek girîng e
Nûnerê YNK’ê Salar Hisên ê ku beşdarî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî bû, behsa girîngiya peyama Rêber Apo kir û destnîşan kir ku rola konferansê di pêkanîna yekrêziyê û li hevkirina siyasî de mezin e. -
Serhat Eren: Konferans pêkanîna banga Ocalan e
Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren anî ziman ku Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ya li Rojava wê ji Kongreya Neteweyî ya Kurd re bibe gava pêşî û got, "Konferans rengê bicihanîna banga Birêz Ocalan e." -
Berxwedana gel a li Tişrînê 110 roj in dewam dike
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji bo parastina Bendava Tişrînê ji 8'ê Çileyê û vir ve nobeda berxwedanê ya gel dewam dike. Berxwedan di roja 110'an de ye. -
Vaye belgeya dîrokî ya di Konferansa Yekrêziya Kurdî de hate erêkirin
Belgeya ji gelek biryaran a 'Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê' hate erêkirin. Di belgeyê de tê destnîşankirin ku herêmên Kurdan divê di bin sîwana Sûriyeyeke federal de bibin yek. -
Ridvan Qamişlo: Konferans ji bo paşeroja gelan girîng e
Ji delegeyên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê Ridvan Qamişlo got, "Konferans ji bo paşeroja gelê Kurd û gelên herêmê gaveke girîng e."