ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Dêrazorê operasyonên QSD'ê yên li dijî DAÎŞ'ê
QSD'ê hewldana êrîşê ya DAÎŞ'ê ya li bejahiya Dêrazor asteng kir. Li Hecîn û Sosê di operasyonan de çeteyekî DAÎŞ'ê hate kuştin, teqemenî hate bidestxistin. -
QSD’ê endamekî şaneyeke girêdayî îstîxbarata derve girt
Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên QSD’ê li bajarê Hesekê di operasyoneke taybet a TOL’ê de endamekî şaneyeke girêdayî îstîxbarata derve girtin. -
Rêveberiya Xweser ji bo Kampa Holê bi hikûmeta Şamê re li hev kir
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tehliyekirina malbatên li Kampa Holê dimînin, bi hikûmeta Şamê re li ser mekanîzmayeke hevpar li hev kir. -
Li Dêrazorê êrîşa DAÎŞ'ê hate şikandin
Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD'ê diyar kir ku li bejahiya rojhilatê Dêrazorê êrîşeke çeteyên DAÎŞ'ê hatiye şikandin. -
Zarokên Kobanê li ser helbesta Rêber Apo hestên xwe anîn ziman
Zarokên Kobanê li ser nameya Rêber Apo ya ji bo zarokan şandî, hestên xwe anîn ziman û gotin: “Em dixwazin bi Rêberê xwe re bijîn û wî hembêz bikin.” -
Şervanê QSD'ê El Hetro hate veşartin
Şervanê QSD'ê Ebdurehman El Hetro yê li bejahiya Dêrazorê şehîd bû, li Hesekê bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
Li Kobanê merasîma xiyabî ji bo şehîd hat lidarxistin
Li bajarê Kobanê merasîma xiyabî ji bo şehîd Botan hat lidarxistin. Di merasîmê de soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn. -
Nameya Rêber Apo li du dibistanên Kobanê hat xwendin
Nameya Rêber Apo ya ji bo zarokan li du dibistanên Kobanê bi amadebûna bi sedan xwendekaran hat xwendin. -
Li Dêrazorê êrîşeke DAÎŞ'ê hate astengkirin: Çeteyek hate kuştin
Hêzên QSD'ê ragihandin ku bi saya îxbara gelê xwecihî, plana êrîşê ya çeteyên DAÎŞ'ê li rojhilatê Dêrazorê hate astengkirin û çeteyek hate kuştin. -
Şervanên QSD’ê êrîşa DAÎŞ’ê şikand
Şervanên QSD’ê êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser nuqteya li Bajarokê Behrayê şikand. -
Bi Mihemed Xan re li dû şopa têkoşîna azadiyê
Mihemed Xan yê ku 40 salên xwe fedayê têkoşîna azadiyê kir, ji bo şehîd Alî Haydar Kaytan got, “Gelekî dilnizm, têgihiştî û mirovek dilger im bû” û ji bo şehîd Riza Altûn jî got, “ Mirovekî wêrek û jêhatî bû.” -
QSD'ê nasnameya 7 şehîdên xwe eşkere kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya 7 şervanên xwe eşkere kir ku di dem û cihên cuda de şehîd bûn. -
Xelkê Tirbespiyê şehîd Goran spart axê
Şervanê QSD'ê Goran (Rayid Cuma El Eli) ê li Dêrazorê şehîd bû, li bajarê Tirbespiyê yê Kantona Cizîrê bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
Gundên Kobanê yên li ser sînor rastî êrîşan tên
Şêniyên Gundê Sêlim ê girêdayî bajarê Kobanê diyar kirin ku ew ji ber erîşên dewleta Tirk nikarin biçin zeviyên xwe rakin û pezê xwe xwedî bikin. -
Li Reqayê muzexaneya li ser sûcên DAÎŞ'ê
Ji bo sûcên DAÎŞ'ê neyên jibîrkirin, ji bo xurtkirina aştiya civakî li Reqayê muzexaneyek hate avakirin. -
Ji gaziyan re bawernameya serketinê
Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bawernameyên serketinê hatin xelatkirin. -
Komxebata Yekrêziya Kurdî bi dawî bû
Komxebata “Yekrêziya Kurdî: Awayên xurtkirina wê û asoyên paşerojê” ku Navenda Firatê ya Lêkolînan li dar xist, bi rojeva mijarên rola Kurdan li Sûriyeyê û girîngiya yekîtiyê bi dawî bû. -
Ji bo Yekrêziya Kurdî li Qamişlo komxebat hat lidar xistin: Rola me dîrokî ye
Di Komxebata bi navê “Yekrêzîya Kurdî: Awayên Xurtkirina Wê û Asoyên Paşerojê” ku li bajarê Qamişlo hat lidarxistin de, rola gelê Kurd di siberoja Sûriyê de û pêwîstiya yekîtiyê derket pêş. -
Li Qamişloyê komxebata 'Yekrêziya Kurdî' destpê kir
Li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sernavê 'Yekrêziya Kurdî: Rêyên xurtkirinê û perspektîfên ji bo paşerojê' komxebatekê destpê kir. -
Konvoya alîkariyê ji Tebqayê ber bi peravên Sûriyeyê bi rê ket
Alîkariya ku Komeleya Alîkarî û Pêşvebirinê ya Mezopotamyayê kom kir, ber bi herêmên peravî yên Sûriyeyê bi rê ket. -
'PKK ne nav e, fikir û hebûn e'
Jinên ji Efrîn û Qamişloyê biryarên kongreya 12'emîn a PKK'ê silav kirin û destnîşan kirin ku ew biryar wê bibe bingeha çareseriya pirsgirêkên li Kurdistanê. Her wiha gotin, ew heta dawiyê bi Serokê xwe piştrast in. -
Li Dêrazorê şervanekî QSD’ê şehîd bû
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê ragihand ku di êrîşeke şaneya çeteyên DAÎŞ’ê ya li dijî nuqteyekê li gundê rojhilatê Dêrazorê de şervanek şehîd bû û yek jî birîndar bû. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Elî Şêr li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Komandos ên QSD’ê Elî Şêr (Mihdî Mihê) di 15’ê Gulanê de li Dêrazorê şehîd bibû, bi merasîmekê li Qamişlo hate veşartin. -
Li Kobanê di çarçoveya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de komxebat hat lidarxistin
Li bajarê Kobanê di çarçoveya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de bi pêşengiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) komxebateke hevbeş bi tevlîbûna PDKS’ê û gelek nûnerên Kurd ên Kantona Cizîrê hate lidarxistin. -
'Em ê li Kobanê careke din Rêberê xwe hembêz bikin'
Eyşe Efendî anî ziman ku hêvî û biryardariya wan ew e ku careke din rêberê xwe Rêber Apo li Kobanê pêşwazî bikin.