TEV-DEM’ê ji bo Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir
Endamên Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Firatê, li Kobanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Endamên Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Firatê, li Kobanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Endamên Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Firatê li qada Şehîd Egîd a li bajarê Kobanê hatin ba hev û der barê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Yekitiya Mamosteyan Narîn Xelîl Muslim ve hat xwendin.
Narîn Muslim, diyar kir ku dewleta Tirk bi siyasetên tecrîda mutleq ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê dimeşîne benda 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û tevahî qanûnên mafên mirovan ên li cîhanê bin pê dike.
Muslim, anî ziman ku kiryarên çewsîner û derexlaqî kîn û binketina rejîma faşîst nîşan dide û got "Rejîma faşîst bi rêya şerê taybet hewl dide di şexsê Rêbertî de îradeya gelan bişkîne. Ev kiryar dûrî nirx û pîvanên exlaqî ne. Faşîzma Tirk êdî li ser siberoja welatên Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê xetereyê çêdike, lê felsefe û ramanên Rêber Abdullah Ocalan sînorê Kurdistanê derbas kiriye û ji bo aloziyên li herêmê dikarin wekî çareserî bên pêkanîn."
Muslim, bal kişand ser bêdengiya saziyên Neteweyên Yekbûyî û CPT’yê ya li hemberî pêkanînên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Bêdengiya we durûtiya pîvanên navneteweyî îsbat dike û destekê didin Tirkiye ku tecrîd û şerê qirkirinê yên li ser gelê Kurd bidomîne, bêyî ku hesab jê were pirsîn."
Di daxuyaniyê de tecrîd û ’Cezayê dîsîplînê" hatin şermezarkirin û bang li tevahî azadxwazên cîhanê, rêxistinên mafên mirovan û tevahî rêxistinên mirovî û hiqûqî hat kirin ku zextê li Tirkiyê bikin da ku dawî li kiryarên xwe bîne. Hate gotin: "Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were em erkên dikevin ser milê me pêk bînin. Em banga mezinkirina têkoşînê dikin."