Hêzên Şamê êriş birin ser gundên Dêrazorê

Hêzên hikumeta Şamê û hêzên Dîfa El Watanî yên wê, li rojhilatê Dêrazorê êriş birin ser gundan. Di encamê de 2 sivîl şehîd bûn, 7 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan 6'ê Tebaxê êvara Sêşemê li nêzî gundên Zîban, El Latwa û Ebû Hemamê ji ber êrişên hêzên Şamê şer qewimî.

Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Hecîn û Dêrazorê dest li êrişkaran werdan. Hêzên hikumeta Şamê û komên ser bi wê ve bi çekên giran li gundan reşandin. Di encama êrişan de 2 sivîl şehîd bûn, 7 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên rejîmê û koma Dîfa Watanî bi bombardûmanê êriş birin ser qiraxa Çemê Firatê yê li rojhilatê Dêrazorê. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di vê demê de li herêmên Zîban, El Latwa û Ebû Hemamê di navbera hêzên Meclîsa Leşkerî ya Hecînê û Dêrazorê û êrişkaran de şerekî giran qewimî."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hêzên QSD'ê ji bo ewlekariya herêmê û gel li hemberî komên çete dest bi operasyona paqijkirinê kirin.