Dewleta Tirk bombe li gundên Minbicê barand
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku gundên kantona Minbicê şeva Çarşemê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve bi rengekî giran hatin bombekirin.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku gundên kantona Minbicê şeva Çarşemê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve bi rengekî giran hatin bombekirin.
Di daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de hate ragihandin ku gundên Seyada û Girhiyokê yên Kantona Minbicê bi hawan û topan hatin bombekirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, gundê Ereb Hesen ê kantonê jî bi balafireke bêmirov a bombebarkirî hate bombekirin û xisara madî lê bû.
Artêşa Tirk a dagirker êvara heman rojê gundên Seyade, Dendeniyê, Um Cilûd, Ereb Hesen, Toxar, Cat, Ewn Dadat û Kawiklî 52 caran bi hawan û obusan bombe kir.