'Nebûna yekîtiyê li ser Kurdistanê gef e'
Kurdiyar Dirêî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê gefê li doza Kurdan dixwe û anî ziman ku hevkariya bi PDK'ê re wê bibe sedema felaketên mezin.
Kurdiyar Dirêî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê gefê li doza Kurdan dixwe û anî ziman ku hevkariya bi PDK'ê re wê bibe sedema felaketên mezin.
Endamê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava Kurdiyar Dirêî ji ANF'ê re axivî û nerazîbûneke tund nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê da. Kurdiyar Dirêî ragihand ku eger yekîtiya Kurdan pêk neyê wê metirsiya li ser doza Kurdan mezin bibe.
Kurdiyar Dirêî anî ziman ku dewleta Tirk ji sala 1923'an û vir ve dixwaze doza Kurdan ji holê rake û got, "Jê heye ku bi tasfiyekirina doza Kurdan wê hebûna Tirkiyeyê misoger bibe. Pê zane ku PKK ne tenê ji bo parçeyekî yan jî herêmekê têdikoşe, ew îdeolojiyeke demdirêj e. Ji ber vê jî li hemberî PKK'ê xwedî hesabên mezin e. Dewleta Tirk ku tevî hemû hewldanan nikare PKK'ê tasfiye bike, di sala 1999'an de beşdarî komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan bû. Bi vî rengî texmîn dikir ku wê karibe PKK'ê tine bike. Lê belê şaşitî kir. Tenê PKK li pêşiya armanca dewleta Tirk a Neo Osmanî bû asteng. Ji bo vê armanca xwe pêk bîne divê sînorên Mîsakî Mîlî ji holê rake. Lewma bi rengekî bê navber êrişan dike. Armanca xwe dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye, piştre jî rêgeha Başûr û Rojavayê Kurdistanê bigire û êrişî Rojava bike."
Kurdiyar Dirêî bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re û got, "Hesta baweriya bi dijmin re wê PDK'ê bixitimîne, wê nikaribe bigihêje armanca xwe. Siyaseta erzan a ku PDK dimeşîne wê bibe sedema felaketên mezin. Siyaseta ku li Başûrê Kurdistanê tê meşandin ji berjewendiyên malbatekê wêde nîne. Di encama raperîna gel a sala 1991'ê de modela ku li Başûrê Kurdistanê hate afirandin dikarîbû ji parçeyên din ên Kurdistanê re bibûya mînak. Lê belê ji ber nêzîkatiyên teng ên malbatî û parçeyî yên li herêmê, ev firsend ji dest çû.
Di sala 2003'an de piştî hilweşandina Saddam Huseyîn û di sala 2006'an de li dû avakirina hikumeta Kurdistanê ya Federal jî sîstema desthilatdariyê nekarî bê hilweşandin. Îro jî dema mirov lê dinihêrin, tê dîtin ku Hewlêr û Silêmaniye ji hev qut in û nikarin bibin yek. Partiyên ku naxwazin desthilatdariyê ji dest bidin li gorî berjewendiyên şexsî tevdigerin û ji Kurdistanê wêdetir li pey hevrikiya partiyên xwe dikevin. Piştî ku nakokî bi hikumeta Bexdayê re zêde bûn, PDK'ê xwe hîn bêhtir nêzî dewleta Tirk kir. Aboriya PDK'ê niha ketiye destê dewleta Tirk a dagirker. Erdogan beriya referandûma 2017'an gefa qedandina aboriyê xwar. PDK ku piştî referandûmê têk çû, ewlehiya xwe radestî dewleta Tirk kir. Ji ber ku nekarî ji bin bandora gotinên di sala 2017'an de hatin kirin rizgar bibe. PDK ku berê li gorî berjewendiyên xwe jî be kêm jî be helwest nîşan dida, niha projeya dagirkerî û desteserkirinê ya dewleta Tirk bi temamî pejirandiye."
'IRAQ'Ê JI BO TASFIYEKIRINA DOZA KURDAN BI DEWLETA TIRK RE LI HEV KIR'
Kurdiyar Dirêî anî ziman ku hikumeta Bexdayê bi bêdengiya xwe dewleta Tirk erê kiriye û got, "Hikumeta Bexdayê referandûma 2017'an a li Başûrê Kurdistanê erê dikir. Ji ber ku dixwest hikumet winda bike. Bi dewleta Tirk re li ser tasfiyekirina doza Kurdan li hev kir." Kurdiyar Dirêî diyar kir ku hikumeta Iraqê dixwaze destketiyên li Başûrê Kurdistanê tine bike û got, "Eger Tevgera Azadiyê ya Kurd li Başûrê Kurdistanê nebûya, dewleta Tirk û hikumeta Bexdayê wê ji zûdeyî dest li hikumeta Kurdistana Federal werdabûya."
Kurdiyar Dirêî ragihand ku dewleta Tirk ji nêzîkatiya parçebûyî ya partiyên siyasî yên Kurd sûdê werdigire û got, "Dewleta Tirk bi sûdwergirtina ji vê sekna parçebûyî polîtîkayeke ji bo valakirina xaka Kurdistanê dimeşîne. Dewleta Tirk ku hebûna xwe li ser qirkirina gelan ava kiriye, îro ji ber sekna parçebûyî ya partiyên Kurd polîtîkaya koçberkirinê li ser gelê Başûrê Kurdistanê dimeşîne. Di pêvajoyekê de ku nîqaşên li ser jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn tê meşandin, yekane tirsa dewleta Tirk ew e ku ya di destê xwe de ji dest bide û hebûna Kurdan a di nava vê dîzaynê de ye. Bi êrişan guhertinên demografîk dike. Li hemberî van guhertinên demografîk jî Bexda, Hewlêr û Silêmaniye bêdeng in. Divê were zanîn ku polîtîkaya tê meşandin ji bo valakirina Kurdistanê ye."