Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Nûrî El Xelîl bal kişand pêşdeçûnên dawîn li gundewarê rojhilatê Dêrazorê û got: "Li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê astengiyên mezin hene, bi taybet hikumeta Şamê hewl dide ewlehiya herêmê, nemaze Dêrazorê ji ber girîngiya stratejiya wê, têk bibe. Lê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) her tim amade ne bersiva êrîşên milîsên Îranê û çeteyên hikumeta Şamê bidin."
El Xelîl rola QSDˊê ya têkildarî bersivdana êrîşa dawîn a li dijî herêmên Xiranîc, Sebhe, Teyane û Zîban û hin herêmên din ên rojhilatê Dêrazorê silav kir.
El Xelîl topbarana ketober a bi obîsan û hawnan ku di encamê de sivîl şehîd bûn şermezar kir.
El Xelîl rola şêniyan di piştgiriya QSDˊê de silav kir û got ew amade ne berisva her êrîşeke li dijî herêmê bidin ku îstîqrar û ewlehî misoger be.