Li Dêrazorê di şer de 8 êrişkar hatin kuştin, 16 jî birîndar bûn
Çavkaniyên ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di şerê ji ber êrişa hêzên hikumeta Şamê de li Dêrazorê 8 êrişkar hatin kuştin, 16 jî birîndar bûn.
Çavkaniyên ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di şerê ji ber êrişa hêzên hikumeta Şamê de li Dêrazorê 8 êrişkar hatin kuştin, 16 jî birîndar bûn.
Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Dîfa Watanî yên ser bi hikumeta Şamê ve, 7'ê Tebaxê saet di 02:00 de ji eniyên li herêma Meyadîn, Bû Kemal û Eşareyê bombe li herêmên Zîban, Şihîl, Tiyane, Dernic, Ebû Herdûb, Ebû Hemam, El Latwa û Xiranîc ên li rojhilatê Dêrazorê barandin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî van hêzan bi fermana serokê 'Îstîxbarata Giştî' ya Şamê Husam Loqa xwestin ji bajarokên Beqris Jorîn, Beqris Jêrîn, Qûriye û Sibêxan ên li rojhilatê Dêrazorê bi botê derbasî herêmê bibin.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya QSD'ê, di êrişên li ser gundên Dêrazorê de 2 sivîl şehîd bûn, 2 zarok jî di nav de 7 sivîl birîndar bûn.
Li nêzî gundên Besîra Zîban, Şihêl, Tiyane, Dernic, Ebû Herdûb, Ebû Hemam, El Latwa û Xiranîcê, di navbera Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazor û Hecînê û komên êrişkar de şerekî giran qewimî.
Fermandariya Herêmê diyar kir ku QSD'ê di encama şerê çar saetan de êriş têk biriye.
Hate ragihandin ku di şer de 8 êrişkar hatine kuştin, cenazeyên 3 êrişkaran ketin destê QSD'ê û 16 êrişkar jî birîndar bûn. Li gorî agahiyan êrişkarên din jî reviyan.
Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê li bajarokê Ebû Hemamê tedbîrên ewlekariyê wergirtin û li bajarokên din hemûyan jî qedexeya derketina derve ragihandin, bendên kontrolê jî zêde kirin.
Gundiyên ji ber bombardûmana çeteyan neçar man ji malên xwe biçin, derbasî bejahiya bajarên Ezbe û Sor ên li bakurê Dêrazorê bûn.