Dadgeha Şoreşê ya paytexta Îran Tehranê, di derbarê çalakvan Şerîfe Muhammedî û rojnamevan Pexşan Ezîzî de biryara darvekirinê da û ev yek bû sedema pêleke nerazîbûnan. Jinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF’ê re axivîn û nerazîbûn nîşanî vê biryara darvekirinê dan.
Endama Komîteya Jinan a Kantona Efrînê û Şehbayê Rîhab Cibo wiha got: “Welatên dîktator ên ku xwedî zihniyeteke desthilatdar in, her tim bi gelek awayan mafên jinan binpê dikin û li dijî riya jinê derdikevin."
Ev sedsal, sedsala jinan a bidestxistina azadî, demokrasî, edalet û wekheviyê ye. Ji ber vê sedemê hemû welatên dîktator bi taybetî Îran sîstemeke alternatîfê sîstema deshilatdar û serdestiyê û bidestxistina wekheviya jin û mêran di civakê de red dikin. Cezayê darvekirinê ya li dijî her du çalakgeran ji hemû jinan re peyamek e ku dewleta desthilatdar her rejîmeke alternatîf a li hemberî xwe red dike."
Endama Komîteya Jinan a Efrîn û Şehba Rîhab Cibo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Cezayê darvekirinê ya ku li dijî her du çalakvanan hatiye dayîn, li pêş çavên hemû rêxistinên mafên mirovan ên ku doza wekheviya zayendî dikin, hat dayîn. Lê mixabin me tu bertek li hemberî tiştên ku li Îranê bi serê jinan tê, nedîtin."
Rêvebera Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Efrîn û Kantona Şehbayê Şîraz Zeyn Eldîn binpêkirinên li dijî jinên girtî yên li Îranî bi tundî şermezar kir û daxwaza mafê hemû jinên çalakvan ên li girtîgehên Îranê kir.