Yên di Sînemaya Amûdê de hatibûn qetilkirin bibîr anîn

Yên di Sînemaya Amûdê de hatibûn qetilkirin li Helebê hatin bibîranîn.

Sala 1960`an Sînemaya Amûdê bi zanabûn hate şewitandin. Di encamê de 280 zarok bûn qurbanî, hinek ji wan şewitîn û hinek jî dema hewl dan xwe ji şewatê xilas bikin, di bîra li rex sînemayê de xeniqîn.

Ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyê, mamoste û xwendekar li Dibistana Aye Qasim a li beşa rojhilatê taxê kom bûn.

Endama Rêveberiya Dibistanan Eyşe Hesen daxuyaniya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk xwend.

Eyşe di daxuyaniyê de têkoşîna gelê Kurd li dijî siyasetên qirkirinê bibîr xist û destnîşan kir ku dîroka gelê Kurd ruxmî komkujî û qirkirinan tijî berxwedan û serkeftin e. Beriya 60 salî sînemaya Amûdê hate şewitandin û 283 zarokên Kurd bûn qurbanî, ev komkujî bi zanebûn ji hêla rejîma Baasê ve pêk hat.

Eyşe wiha domand: “Bi giyanê zarokên sînemaya Amûdê bi hezaran zarokên Kurd bi zimanê xwe dixwînin. Em qurbaniyên vê komkujiyê bibîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Kesek nikare roja gelê Kurd tarî bike.”

Li ser navê xwendekaran jî Sêvîn Korş daxuyanî xwend.

Korş got: “Em lûtkeya pêşerojê ne. Em mûm in ku rêya nifşan ronî dikin. Em bejna xwe li ber wan zarokên biçûk ditewînin. Di 13`ê Mijdara her salê de, em komkujiya sînemaya Amûdê bibîr tînin.”

Di daxuyaniyê de Korş destnîşan kir ku komkujiya Amûdê, komployek qirêjî li dijî vîna zarokan bû.