Cenazeyê 3 şehîdan li Şedadê spartin axê

Li Şedadê bi merasîmekê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Mihemed Ilêwî, Hesan Silêman El Hemûd û Mazin Mehmûd El Şêx spartin axê.

Bi sedan şêniyên Şedadê cenazeyên şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Ilêwî, Hesan Silêman El Hemûd û Mazin Mehmûd El Şêx li Goristana Şehîdan a Şedadê spartin axê.

Girseya gel cenazeyên şehîdan ji ber avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi goristanê ve ketin rê.

Li goristanê, merasîmê bi deqeyek rêzgirtina leşkerî destpê kir. Piştre ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Şedadê Cesûr Amûdê axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Cesûr Amûdê got: “Bila cîhan bizane ku gelê fedakar koletiyê û zilmê qebûl nake. Ji bo azadiya xwe û ji bo herêmên me ewle bin, me bi hezaran şehîd dan. Em bi wan şehîdên ku em ji zilma DAÎŞ`ê xilas kirin û bi saya wan jiyana hevbeş, biratiya gelan û aştî li herêmên me pêk hatî, serbilind in.”

Cesûr Amûdê bal kişand ser berxwedana şehîdan a li hember komên çeteyan û rizgarkirina ax, gel û soza şopandina rêya wan heta avakirina Sûriyeyeke demokratîk a pir reng da.

Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Deham El Ferec nasnameyên şehadetê yên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiyê de, cenazeyên şehîdan di nav tilîliyên de û bi berzkirina dirûşmeyan re spartin axê.