Şêniyên Şêrawayê: Em ê heta serketinê li ber xwe bidin

Şêniyên Efrînê yên li herêma Şêrawayê bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û diyar kirin, ku êriş çiqasî giran dibe bila bibe wê heta serketinê li ber xwe bidin.

Navçeya Şêrawa ya Efrînê yek ji wan herêmane ku timî dibe hedefa êrişên qirkerî û dagirkeriyê yên dewleta Tirk. Şêniyên navçeyê li ber êrîşên dagirker ên Tirk û çeteyên wê ji ya xwe nayên xwar û diyar dikin ku heta serketinê ew ê li ber xwe bide.

Xedîce Mihemed a ji gundê Aqîbê êrîşên dewleta Tirk ên li ser navçeya Şêrewa şermezar kir û diyar kir ku cihê dewleta Tirk li Efrîn nîne, ji ber ku ne axa wan e, lê bi zora balafir û topbaranê Efrîn dagir kiriye. Xedîce Mihemed anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe hewl dide Şêrawayê jî bide valakirin.

Xedîce Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk wê nikaribe bi êrişan îradeya wan bişikîne û ew ê nehêlin ku dewleta Tirk gundê wan dagir bike.

Xedîce Mihemed destnîşan kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê, heta roja serketinê wê li ber xwe bidin.

Mihemed Gênco yê ji gundê Bênê jî diyar kir ku êrîşên li ser wan sûcê mirovî û şer e. Mihemed Gênco bêdengiya cîhanê ya li ber van êrîşan şermezar kir û got, ew ê ti caran dev ji warê xwe bernedin, ti karê dewleta Tirk û çeteyên wê li ser xaka wan tine, ji bo vê jî wan bi hezaran şehîd dane.