Zeytûnên Efrînê tên talankirin

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku çeteyan dest danîne ser darên zeytûnê, 280 hezar dar birîne û zêdeyî 20 hezar dar jî şewitandine.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo ragihand ku çeteyan li navçe û gundên Efrînê dest danîne ser darên zeytûnê, 280 hezar darên zeytûnê birîne û zêdeyî 20 hezar dar jî şewitandine. Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî diyar kiribû ku piştî Efrîn ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin bi hezaran depoyên zeytê hatin talankirin û zeyt hate dizîn.

Hin bazirganan jî ragihandin ku dewleta Tirk berhemên li Efrînê naxe bazara Sûriyeyê, lewma ew zehmetiyê dikişînin ku zeytê peyda bikin û zeyta li herêmê weke ya 'ji Tirkiyeyê' li bazara derve tê firotin.

ŞÎRKETÊN TIRK ZEYTÊ JI EFRÎNÊ DIDIZIN

Îbrahîm Şêxo anî ziman ku sala 2018'an dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe 70 hezar ton zeyta Efrînê derbasî Tirkiyeyê kir û ji wir jî firot welatên Ewropayê. Şêxo ragihand ku rojnameya Pûblîco ya Spanî jî di nûçeyeke xwe de piştrast kir ku dewleta Tirk zeyta ji Efrînê diziye weke 'Malê Tirk' li bazara derve firotiye.

Şêxo her wiha diyar kir ku şîrketeke bi navê 'Kerîm Kurdî' ya li Efrînê bi îstîxbarata Tirk re dixebite û zeyta bajêr dişîne Tirkiyeyê.

Li gorî daneyan, li Efrînê 18 milyon darên zeytûnê hebûn, lê belê piştî ku dewleta Tirk Efrîn dagir kir bi sed hezaran dar birî yan jî şewitand. Yên mayî jî ji aliyê dagirkeran ve hatin desteserkirin.