Dagirkeran li Efrînê 4 sivîlên din revandin

Dewelta Tirk a dagirker li gundê Emara ya girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê 4 sivîl revand.

Li gorî nûçeya ku ANHA’yê xwe sipartiye çavkaniyên herêmî, çeteyên El Nîhbe yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker roja Pêrşemê li gundê Emara ya girêdayî Mabata’yê 4 sivîl revandin.

Navê sivîlên ku hatine revandin wiha ne: Elî Mistefa, Henan Mistefa, Mustefa Henîf û Henîf Rûta Îbrahîm.

Efrîn û herêma wê ji Adara 2018’an û pê ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Li herêmê bi awayekî sîstematîk sûcên dermirovî pêk tên, malên ayîdê gel û çavkaniyên aborî tên talankirin. Li qadên hatine dagirkirin de ‘rejîma terorê’ hatiye avakirin. Hema bêje revandina sivîlan bi awayeke rojane pêk tê.