Şehîd Ciwan Kefernaya ji aliyê bi hezaran kesan hate veşartin

Şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê yê ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû li Efrînê bi tevlêbûna bi hezaran kesan hate veşartin.

Şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Ehmed El-Etraş (Ciwan Kefernaya) 13`ê Mijdarê di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de, şehîd bûbû. Şêniyan cenazeyê şehîd Ciwan ji Nexweşxaneya Avrîn girt û bi karwanekî erebeyan berê xwe da cihê jidayikbûna wî bajarokê Kefernaya.

Li goristana bajarok, beşdaran deqîqeyekê rêz girtin. Piştre endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Sureya Hebeş sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha axivî: “Şehîd zindî ne. Ew minareya gelan in. Em îro bi milekî çekê radikin, bi milê din jî em ava bikin. Heta pêkanîna azadî û demokrasiyê em ê li ser rêya şehîdan bin.”

Piştre hevseroka Desteya Rêveber a herêma Efrînê Şêraz Hemo wiha got: “Em li kantona Şehbayê, bi ruhê biratî û hezkirinê li ber xwe didin. Em ê li hemberî planên li dijî gelê me berxwedana xwe bidomînin.”

Endamê Meclîsa Kantona Şehbayê Zekerya Şewbek jî sersaxî ji malbatên şehîdên Kurdistanê re xwest û tekez kir ku Ciwan Kefernaya ji bo avakirina civakê li ser esasê biratiya gelan li ber xwe da.

Piştî axaftin bi dawî bûn, endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a herêma Efrînê Mihemed Weysî wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

Cenazeyê şehîd di nava dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re li goristana bajarokê Kefernaya hate veşartin.