Dagirkeran piştî Eyn Îsa û Şerayê Şehba jî bombe kirin
Dewleta Tirk a dagirker, li rojavayê Eyn Îsa sê cih û gundên girêdayî navçeya Şera ya Efrînê û Şehba bombe kirin.
Dewleta Tirk a dagirker, li rojavayê Eyn Îsa sê cih û gundên girêdayî navçeya Şera ya Efrînê û Şehba bombe kirin.
Gundên Eyn Deqne û Belûniyê yên kantona Şehbayê saet di 21.50’an de ji aliyê dewleta Tirj hate bombekirin. Derbarê êrîşê tu agahiyên din nehatin bidestxistin.
Dagirkeran li gorî saeta herêmê li derdora 19:20’an Tesîsên Bêhnvedanê ya Seqir û gundên Xalidiyê û Hoşan ên li rojavayê Eyn Îsa bombe kir.
Li derdora saet 17:10’an jî Qeleya Şîwarxa û gundên Şiwarxa, Meranaz û Malikiyê yên girêdayî navçeya Şera ya Efrîna di bin dagirkeriyê de bombe kirin.
Agahiyek hîn zêdetir di derbarê êrîşên li her du herêman nehate bidestxistin.