Çeteyên Tirk li Efrînê 4 sivîl revandin
Çeteyên qaşo ‘polîsên leşker’ ên ser bi koma çete ya bi navê El Nixbê ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Gundê Emara 4 sivîl revandin.
Çeteyên qaşo ‘polîsên leşker’ ên ser bi koma çete ya bi navê El Nixbê ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Gundê Emara 4 sivîl revandin.
Li gundê Emara ya navçeya Mabata ya Efrînê çeteyên qaşo ‘polîsên leşker’ ên ser bi koma çete ya bi navê El Nixbê ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker 4 sivîl revandin.
Li gorî aghaiyên hatin girtin navê kesên hatine revandin wiha ne: Elî Elî Mistefa (30 salî), Henan Elî Mistefa (32 salî), Mistefa Henîf Roto (29 Salî) û Henîf Ibrahîm Roto (57 salî ye û ew bavê Mistefa Roto ye).
Hate zanîn ku çeteyên bi navê "polîsên leşkerî " welatiyên revandî birin navenda polîsên leşkerî li bajarê Efrînê ku berê wekî dibistana beşê bazirganî bû.
Artêşa El-Nixbê ya girêdayî dewleta Tirk di gundê Emara de ye û li dijî sivîlên gund sûcên şer pêk anîne.