HRE'yê şehîdekî xwe yê li Efrînê bi bîr anî

HRE'yê ragihand ku şervanê wan Ciwan Kefernaya di 13'ê Mijdarê de, di berxwedana dijî dagirkeran de şehîd bûye.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. HRE'yê ragihand ku di 13'ê Mijdarê de şervanê wan Ciwan Kefernaya, di qonaxa duyemîn a Berxwedana Efrînê de, di encama êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de gihîşt şehadetê.

HRE'yê diyar kir ku Ciwan Kefernaya, li Şehbayê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bû, di têkoşîn û berxwedana dijî dagirkeriyê de heta kêliya dawî erk û berpirsiyariyên xwe bi cîh anî.

HRE'yê ragihand ku Ciwan Kefernaya bi şoreşa azadî û demokrasiya gelan, bi azwerî û dilsoziyeke mezin bawer kir, li hember her cure paşverûtiyê bi biryar sekinî û tev li karwanê şehîdan bû.

Li gorî daxuyaniya HRE'yê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Ciwan Kefernaya
Nav û Paşnav: Ehmed El-Etreş
Navê Dayikê: Fetum
Navê Bav: Hesen
Cihê Jidayikbûnê: Şehba
Cih û Dîroka Şehadetê: Qonaxa duyemîn a Berxwedana Efrînê, 13 Mijdar 2020

HRE'yê di dawiya daxuyaniya xwe got: "Em di şexsê hevrê Ciwan de tevahî şehîdên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin û ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."