Li Racoyê li dijî dagirkeran helwest
Li Raco ya Efrînê bi sedan kes li dijî zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî kirin.
Li Raco ya Efrînê bi sedan kes li dijî zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî kirin.
Li gorî nûçeya ANHA'yê li navçeya Racoyê ya Efrînê ku ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin bi sedan kes derketin kuçeyan û terora dewleta Tirk şermezar kirin.
Gel diyar kir ji ber şertên jiyanê yên li Efrînê û herêmên din, ji sûcê dijî mirovahiyê dewleta Tirk û çeteyên wê berpirs in.
Piştî çalakiya şermezarkirinê dewleta Tirk li dijî çalakgeran zext û zordarî zêdetir kir.