HRE: Li Efrînê 2 dagirker hatin kuştin
HRE'yê ragihand ku li Efrînê di 11 û 16'ê Mijdarê de li dijî dewleta Tirk a faşîst a dagirker û çeteyên wê çalakî kirine. Li gorî daxuyaniyê di her du çalakiyan de 2 dagirker hatin kuştin.
HRE'yê ragihand ku li Efrînê di 11 û 16'ê Mijdarê de li dijî dewleta Tirk a faşîst a dagirker û çeteyên wê çalakî kirine. Li gorî daxuyaniyê di her du çalakiyan de 2 dagirker hatin kuştin.
Çalakiyên tolhildanê yên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê dewam dikin.
HRE'yê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên hêzên wan ên li dijî dagirkeran ên li Efrînê, eşkere kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 11 û 16'ê Mijdarê li herêma Efrînê, li hemberî çeteyên dewleta Tirk a dagirker du çalakiyên sekvanî hatin lidarxistin. Di her du çalakiyan de 2 çete hatin kuştin.
Her wiha di daxuyaniya HRE'yê de hate gotin ku di 12'ê Mijdarê de li ser rêya gundê Kefer Şîlê yê Efrînê, li hemberî konvoyeke artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin. Di wê çalakiyê de 4 leşkerên Tirk birîndar bûne ku rewşa 2 ji wan giran e, her wiha wesayiteke zirxî hat derbkirin.
HRE'yê di dawiya daxuyaniya xwe de soza berdewamkirina çalakiyên tolhildanê yên li dijî dagirkeran da.