BI DÎMEN

Bi wesîleya 8’ê Adarê dar hatin çandin

Desteya jîngehê ya Kantona Firatê û bi dehan jinan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dar çandin.

Bi dehan jinên Kantona Firatê û Desteya jîngehê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja jinan a Cîhanê 100 darên Bero li gundê minazê yê girêdayî bajarê Kobanê çandin.

Hevseroka jîngehê ya Kantona Firatê Elmaz Romî axivî û got: "Her sal bi wesîleya 8’ê Adarê çalakiyên cur bi cur destpê dike. Îsal jî bi dirûşmeya ‘Bi felsefeya jina azad ber bi Sûriyeyeke demokratîk’ destpê kir. Îro jî me di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de li gundê Minazê bi qasî sed dar hatin çandin."

Elmaz Romî anî ziman ku bi çandiniya daran ew 8’ê Adarê geş dikin û wiha berdewam kir: "Roja 8’ê Adarê bi vî rengî destpê kirin. Gelek çalakiyên cuda hatin kirin. Ji bo ku em welatê xwe şîn bikin û bêtir xweşik bikin, wê ev çalakiya daran heya roja 4’ê Nîsanê berdewam bike. Divê tevahî jin beşdarî çandina daran bibin. Ez roja 8’ê Adarê şervanên YPJ’ê û hemû jinan pîroz dikin.”

Dirûşmeyên ‘Jin jiyan Azadî’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin berzkirin.