Koma nû nobeda berxwedana Tişrînê dewr girt
Nobeda ji bo parastona Bendava Tişrînê hatiye destpêkirin 55 rojin didome. Koma nû ya kantona Cizîrê bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Tişrînê” hat pêşwazîkirin û nobed dewr girt.
Nobeda ji bo parastona Bendava Tişrînê hatiye destpêkirin 55 rojin didome. Koma nû ya kantona Cizîrê bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Tişrînê” hat pêşwazîkirin û nobed dewr girt.
Karwana gel a ji bajarên Dêrik, Çilaxa, Rimêlan, Girkê Legê û Koçerat ku di saetên sibehê de ber bi bendavê ve derket rê, gihîşt Bendava Tişrînê.
Di kêliya gihîştina karwana gel de, berxwedêrên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Hol, Şedad û Til Birakê ku di 28’ê Sibatê de gihîştibûn bendavê, bi coş û moraleke mezin û bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Tişrînê”, “Bijî Berxwedana QSD, YPG û YPJ’ê” karwan pêşwazî kir û jinan jî pankrata "8’ê Adarê li we pîroz be" hilda.