QSD: Êrîş hatin şikandin
QSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir û ragihand ku êrîşên dagirkeran hatin şikandin.
QSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir û ragihand ku êrîşên dagirkeran hatin şikandin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh (duşem) li derdora Pira Qereqozaxê êrişî nuqteyên hêzên me kir, lê şervanên me tevahî êriş têk birin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha, Qelhîda, Siaa, girên Sêvê û Pira Qereqozaxê topbaran kirin. Gundên navborî bi zêdetirî 60 guleyên obîs, tank, roket û hawanan hatin topbarankirin. Di encama topbarana ketober de zirarên madî yên mezin gihaştin mal û milkên şêniyan. Çeteyên dagirkeran di bin sîwana topbarana ketober de êrişî nuqteyên hêzên me kir. Şervanên me bersiva êrişan da û şerekî giran rû da. Di encamê de hin çete hatin kuştin û bi qasî hate tesbîtkirin 3 çete birîndar bûne. Yekîneyên Şehîd Harûn jî derb li maşîneyeke leşkerî ya giran a çeteyan da. Şervanên me li derdora pirê êrişa duyemîn jî têk bir. Di encamê de hejmarek çete hatin kuştin û hinên din birîndar bûn, lê hejmara kuştî û birîndaran nehatin zanîn.
Eniya Eyn Îsayê; artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Ebû Sira yê li rojavayê Eyn Îsayê bi obîsên giran topbaran kir. Ji ber topbaranê zirarên madî li mal û milkên sivîlan bûn. Balafirên bêmirov ên dewleta dagirker di tevahiya rojê de li ser Eyn Îsa, bajarê Kobanê û derdora wê geriyan."