Li Tebqayê ji bo şehîd Mistefa Efrîn merasîma girseyî
Cenazeyê Şervanê QSD’ê Mistefa Efrîn (Xalid Mihemed) ê ku 27’ê Sibatê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû, li Tebqayê bi merasîmekê hate veşartin.
Cenazeyê Şervanê QSD’ê Mistefa Efrîn (Xalid Mihemed) ê ku 27’ê Sibatê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû, li Tebqayê bi merasîmekê hate veşartin.
Şervanê QSD’ê Mistefa Efrîn (Xalid Mihemed Mihemed) ku 27’ê Sibatê li Şedadê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan a bajarê Tebqayê hat spartina axê. Bi sedan şêniyên kantona Tebqayê, koçberên ji Efrîn û Şehbayê, nûnerên Rêveberiya Xweser, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya di merasîmê de amade bûn.
Di merasîmê de endamê Meclisa Olî ya Kantona Tebqayê Botan Şêx Hemo axivî û hin ayetên Quranê yên li ser şehadetê xwendin. Hemo anî zimanê ku cihê şehîdan li ba Xwedê yê herî bilind e û di dilê gelê xwe de zindî ne.
Hevserokê Nivîsgeha PYD’ê ya kantona Tebqayê Xalid Esker jî piştî sersaxî ji malbata şehîd re xwest, qala banga Rêber Apo kir û got: "Nameya Rêber Abdullah Ocalan me ber bi aştiyê ve dibe. Name ji me re dibêje ku em gel xwedî maf û destkeftî ne û me gelek berdêl dane. Şehîd Xalid jî îsbata vê yekê ye."
Xalid Esker soza şopandina rêya şehîdan da û got: "Em soz didin şehîd Xalid û tevahî şehîdên azadiyê ku em ê şopdarên we bin heya ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser welat û gelê xwe bi dawî bikin.”
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Mistefa Efrîn hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.