Li Şedadê merasîma ji bo şehîdan
Şervanê QSD'ê Ehmed Cîşî Yasîn bi merasîmekê hate veşartin, şervanê QSD'ê Elî Hisên El Hemadî û şervanê Hêzên Xweparastinê Ebdilmecîd Mihemed El Hisê jî hatin bîranîn.
Şervanê QSD'ê Ehmed Cîşî Yasîn bi merasîmekê hate veşartin, şervanê QSD'ê Elî Hisên El Hemadî û şervanê Hêzên Xweparastinê Ebdilmecîd Mihemed El Hisê jî hatin bîranîn.
Şêniyên bajarê Şedadê yê girêdayî kantona Cizîrê cenazeyê şervanên QSD`ê Ehmed Cîşî Yasîn (Reyan Erişa) ku di 26’ê Sibatê de li Şedadê şehîd bûbû, li mezarê şehîdan a Şedadê spartin axê. Di merasîmê de nasnameya şervanê QSD`ê Elî Hisên El Hemadî (Şedad) ku di 10`ê sibatê de li Şedadê şehîd bû û şervanên Hêzên Erkê Xweparastinê Ebdilmecîd Mihemed El Hisên ku di 28`ê çileyê li Dêrazorê şehîd bûbû, hate eşkerekirin.
Şêniyên bajar Şedadê û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl, nûnerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Meclîsa Malbatên Şehîdan beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre toraneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate lidarxistin.
Di merasîmê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Waad El Hamûd axivî û got: "Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, em sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe re dixwazin û em soz dikin heta serkeftinê li ser şopa wan bin. "
Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Şedadê Amir El Zoba jî axivî û bal kişand ser fedekariya şehîdan ji bo parastina gelê û welatê xwe û got: "Şehîd ew in ku canê xwe kirine ronahiyek ku riya serfirazî û rûmetê ji bo nifşên siberjê ronî dikin. Em ê heta ku bigihêjin armancên wan, dilsozê doza wan bin. "
Piştî axaftinan belgenameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyê şehîd Ehmed Cîşî Yasîn bi tilîlî û durişmeyan spartin axê.