QSD’ê nasnameya 4 şehîdên xwe eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya 4 şervanên di mehên Kanûn û Adarê de şehîd bûne, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 şervanên ku di berxwedana li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne, aşkera kirin.

QSD’ê di daxuyaniya de diyar kir ku şervanên wan Delîl Cemîl Hebîb (Kemal Qamişlo), Elî Ebdilkerîm El Ehmed (Elî Nêrebiyê), Mihemed Ebdilrehman Eltaha (Ebû Reed) Nasir Receb El Xelîfa (Ebû Şam Idlibî), di berxwedana li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne.

QSD’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê û rizgarkirina herêmên dagirkirî da.

Agahiyên derbarê nasnameya şervanên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Kemal Qamişlo

Nav û paşnav: Dalîl Cemîl Hebîb

Navê Dayikê: Suheyla Ehmed

Navê Bav: Cemîl Hebîb

Cihê Jidayikbûnê: Qamîşlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo - Ji ber nexweşiya giran, 04.03.2025

***

Nasnav: Eli Nêrebiyê

Nav û paşnav: Elî Ebdulkerîm El Ehmed

Navê Dayikê: Zahîde

Navê Bav: Ebdulkerîm

Cihê jidayikbûnê: Heleb – Neyrabiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa - Krîza dil, 03.03.2025

***

Nasnav: Ebû Read

Nav û paşnav: Mihemed Ebdulrehman El Taha

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Ebdulrehman

Cihê jidayikbûnê: Idlib - El Ramî

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic, 08.12.2024

***

Nasnav: Ebû Şam Idlibî

Nav û paşnav: Nasir Receb El Xelîfe

Navê Dayikê: Fatima

Navê Bav: Receb

Cihê Jidayikbûnê: Tebqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic, 08.12.2024.