BI DÎMEN

Aldar Xelîl: Banga Rêber Apo di dîroka herêmê de rûpelekî nû ye

Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl diyar kir ku bi banga Rêber Apo re di dîroka herêmê de rûpeleke nû vebû û ji bo paşeroja Sûriyeyê wê encamên girîng bi xwe re bîne.

ALDAR XELÎL

Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl banga Rêber Apo û bûyerên li Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand.

Aldar Xelîl anî ziman ku 27'ê Sibatê roja ragihandina banga Rêber Apo rojeke dîrokî bû, mohra xwe li dîroka cîhanê xist û got, "Bi vê bangê re ne tenê di dîroka Kurdistanê de di dîroka tevahiya herêmê de rûpeleke nû destpê kir. Ji ber ku di rêbaz, paradîgma û felsefeya têkoşînê de guhertin çêbû. Ji bo pêkhatina mafên gelê Kurd û mafên demokratîk bangeke dîrokî bû.

Di her sedsalî de û di her qonaxê de model, fikir û felsefe di jiyana mirovahiyê de hene ku xwe didin pêş. Di sedsala derbasbûyî de felsefeya Marksîst dihate pejirandin. Di sedsala 21'ê de jî 27'ê Sibata 2025'an bû wesîleya afirandina rûpeleke nû ku xwe dispêre fikrê civaka demokratîk a dîroka azadiyê ya Kurdistanê.

Ya rast Rêber Apo 20 sal in ji bo civaka demokratîk û neteweya demokratîk nivîsî û têkoşiya. Tevgera Azadiyê jî li ser vê bingehê gelekî têkoşiya. Lê belê îro guhertineke bingehînî hate ragihandin. Ne tenê rêbaza têkoşîna heyî hate guhertin, bi giştî tê wateya guhertina bingeha têkoşînê."

Aldar Xelîl anî ziman ku bang dîrokî ye, lewma bandora wê ne tenê li ser herêm, rêxistin û gelekî be û got, "Asoyekî siyasî ye, asoyekî têkoşînê ye. Asoyekî felsefîk û îdeolojîk e ku wê bandorê li tevahiya herêmê û cîhanê bike. Rêber Apo di dîrokê de rûpelekî nû vekir. Bêguman hêzên hegemonîk û mêtinger wê bixwazin vê yekê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Lê belê hêzên dilxwazên azadiyê jî wê bixwazin vê derfetê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin û armancên xwe bi ser bixînin. Yanî heta niha rêbazeke têkoşînê hebû, ji niha û pê ve wê bi rêbazeke nû têkoşîn dewam bike. Têkoşîn nasekine, lê belê li pêşiya vê yekê wê zehmetî û astengî jî hebin.

Mînak, Tevgera Azadiyê ya Kurd berê dixwest xwe bi rengê çekdarî biparêze û siyaseta îmhayê rawestîne. Niha jî dixwaze bi rêxistiniya civakî û têkoşîna demokratîk hebûna xwe biparêze. Lewma berpirsyariya xwe hîn zêde bûye. Di wê baweriyê de me ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ji vê re amade ye. Fikir û felsefeya Rêber Apo tiştekî nû nîne; berhema danhevkiyeke zêdeyî 30 salî ye û ji bo vê têdikoşe. Rêber Apo beriya ku dîl bê girtin di fikir û felsefeya xwe de dest bi guhertinê kiribû û li Îmraliyê ev yek hîn kûr kir. Tevgera Azadiyê ya Kurd jî li ser vê bingehê dewam kir. Bi taybetî piştî sala 2004'an, tevgerê timî xwest di nava xwe de guhertin û veguhertinê bike.

Piştî banga Rêber Apo zêde zehmetî nehate kişandin, ji ber ku bingeheke vê ji xwe hebû. Li gorî texmîna min, Tevgera Azadiyê ya Kurd bi tecrûbeya xwe ya rêxistinî û danheviya xwe xwedî wê kapasîteyê ye ku weke hêzeke civakî têkoşîna xwe dewam bike. Mînak li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 14 sal in em di nava pêvajoyeke guherîn û veguherînê de ne. Beriya 10 salan Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate ragihandin û di nava vê demê de tecrûbeyeke gelekî mezin hate afirandin. Li ser rê û rêbazên birêxistinkirina civakê tecrûbe hatin bidestxistin. Li gel kêmasiyan hemûyan jî bingehek hate danîn.

Dema ku mirov bala xwe didin ser karên li qada çandî, zanistî û çapemeniyê yên li Bakurê Kurdistanê, dibînin ku ev yek bingeheke. Li ser bingeha wê bangê ev yek wê dewam bike. Têkoşîna demokratîk a li Bakurê Kurdistanê tecrûbeyeke gelekî girîng bi dest xistiye. Bi dîtina min Bakurê Kurdistanê wê ji bangê re bibe bersiv. Her wiha ji niha û pê ve wê karibe hîn bi hêsanî têbikoşe. PKK jî bi heman rengî ye; xwedî dîroka berxwedanê ye. PKK xwedî çandeke berxwedanê û dîrokekê ye. Bi vê bangê re pêşî li têkoşîna demokratîk vebûye. Bi kîjan navî û rêbazê wê bibe bi wê nizanim, lê belê derfetê vê yekê afirîne."

Têkildarî banga Rêber Apo ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê jî Aldar Xelîl nirxandineke bi vî rengî kir:

"Bêguman ji aliyê siyasî ve bandora xwe dibe. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek partî bi hev re dixebitin. Projeya ku em bi salan e li ser dixebitin xwe dispêre felsefeya neteweya demokratîk, azadiya jinê û ekolojiyê. Ev hemû bingeha civaka demokratîk e. Li aliyê din kar dikare hîn bi hêsanî bê meşandin. Ji ber ku me heta niha dixwest hilbijartinê bikin û avabûnê bi lez bikin, lê belê her tim astengî dihatin danîn. Ev astengî jî êrîşên dewleta Tirk bû. Dewleta Tirk a dagirker timî êrîşî me dike, her wiha dema ku me têkilî bi dewleteke din re danî dewleta Tirk dest li vê yekê werdide û dixwaze pêşî lê bigire. Hewl dide têkoşîna me asteng bike.

Bi vê bangê re wê pêşî li hinceta dewleta Tirk a astengkirina têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê girtin. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Nêzî sê meh in êrîşî Tişrîn û Qereqozaxê dike. Bi vê bangê re pêşî li vê yekê dikare bê girtin. Em dixwazin bi Şamê re diyalogê dînin û têkiliyan çêbikin, lê belê dewleta Tirk dest lê werdide û hewl dide diyaloga demokratîk a gelên Sûriyeyê asteng bike. Piştî vê bangê hinceta dewleta Tirk a destwerdanê bi dawî dibe. Têkiliyên me bi hêzên derve re hene û dibêjin ku dixwazin alîkariyê bi me re bikin. Diçin û tên lê belê dewleta Tirk vê qebûl nake û dest lê werdide. Eger zordariya dewleta Tirk ji holê bê rakirin wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê siyasî û civakî  ve bi hêsanî kar bê meşandin."