ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
DAIŞ'ê li Dêra Zorê komkujiyeke din kir: 20 sivîl mirin
Çeteyên DAIŞ'ê li Dêra Zorê komkujiyeke din li sivîlan kirin. Di komkujiyê de herî kêm 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
BBC kete tora perexuran an nûçegihanên li pey populîzmê
"Agahiyên bihurî digihîjine encamekê, ku navnîşana rapora BBC hevdijî rastî û rojevên ku rû dane. Xwesteka rojnamevanên wê, yan jî ya torê bi xwe ew ku atmosferekê ji arzandinê bidine rapora xwe ku ev şêwaz ne ya BBC ye." -
Şervanên YPG yên Efrînê: Li dijî êrîşan em amade ne
Şervanan biryardariya xwe ya ji bo parastina axa xwe anîn ziman û gotin: “Ne dewleta Tirk, 100 dewletên din jî werin nikarin bihustek ji Efrînê dagir bikin! Kesên ku dixwazin bi şerê psîkolojîk gelê me bitirsînin divê vê rastiyê baş fêm bikin.” -
YPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
YPG'ê nasnameya 3 şervanên xwe yên li bejahiya Dêra Zorê roja 14'ê Mijdarê di şer de şehîd bûn, eşkere kir. -
Rûkayya ya ji Dêra Zorê: Êdî dikarim xwe û gelê xwe biparêzim
Endama Asayîşa Dêra Zorê Rûkayya: Li Dêra Zorê di dema rejîmê de jin dikarîbûn bibin doktor, parêzer û hwd. lê timî sînorek li pêşiya jinan hebû. Deriyê wezîfeyên parastinê yên weke leşkerî û asayîşê, li jinan girtî bû. -
Asayîşa Qamişlo, wesayîteke bombebarkirî îmha kir
Hêzên Asayîşê ya Qamişlo, li taxa Hilêliyê wesayîtekî bombebarkirî îmah kirin. -
Bagera Cizîrê: QSD pêş ve diçe, 34 çete hatin kuştin
Şervanên QSD’ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de pêş ve diçin, di encama derbên xurt li çeteyên DIAŞ’ê hate xistin de 34 çete hatin kuştin. -
Cenazeyên 4 şehîdên QSD’ê li Tebqa hatin veşartin
Bi sedan welatiyên Tebqa û gundên wê cenazeyên 4 şervanên QSD’ê yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Tebqayê veşartin. -
Fermandariya QSD: Di windabûna Telal Silo de destê Tirkiye heye
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî Telal Silo daxuyaniyek nivîskî da û got: “Talal Hiso bi hevkariya îstixbarata Tirkiye û hevkariya hinek kesên ji malbata wî, winda bûye.” -
Artêşa Tirk leşkerên xwe li ser sînorê Efrînê zêde dike
Artêşa Tirk a dagirker li Herêma Reco ya dikeve navberra sînorê Kantona Efrîn û Bakurê Kurdistanê de her diçe zêdetir dike. -
YPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir
YPG'ê nasnameya 4 şervanên di 13 û 14'ê Mijdarê de li Dêra Zor û Dirbêsiyê şehîd bûn eşkere kir. -
Cenazeyê Şehîd Yilmaz Serhed hate veşartin
Cenazeyê şervanê YPG’ê yê Yilmaz Serhed (Firat Şenol) ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehd bibû, li Goristana Şehîd Delîla Sarûxan a bajarê Qamişlo bi merasîmekê hate veşartin. -
Kobanî ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan meşiyan
Bi hezaran welatiyên Kobanê yên ku ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşiyan, daxwaza azadiya Ocalan kirin. -
Artêşa Tirk dîsa gundê Dîkmadaş topbaran dike
Artêşa Tirk careke din gundê Dîkmadaş a navçeya Şera bi hewanan topbaran dike. -
Komîseriya Bilind a Hilbijartinê ya Cizîrê daxuyanî da
Komîseriya Bilind a Hilbijartina Cizîrê, navên namzet, hejmara navendan û destûrên hilbijartinê eşkere kir. -
Heyva Sor: Ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê re tevlî kampanyaya me bibin
Heyva Sor ji bo erdheja li Kurdistanê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. -
Ciwanên Rojava ji bo erdhejzedeyan dest bi kampanyayê kirin
Ciwanên Şoreşger ên Rojavayê Kurdistanê, ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê yên li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, dest bi kampanya alîkariyê kirin. -
Li Til Hemisê cenazeyê 2 endamên asayîşê hatin veşartin
Bi sedan welatiyên navçeya Til Hemîs, Til Birak û gundewarên wê, cenazeyê 2 endamên Asayîşê Ebd Celîl Mihemed û Silêman Xidir ên ku li Til Hemîsê dema bi erka xwe radibûn, şehîd bibûn li Goristana Şehîd Etiye ya gundê Salîhiye veşartin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Danyar hate veşartin
Welatiyên bajarê Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG’ê Danyar Serêkaniyê bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Serêkaniyê veşartin. -
Bagera Cizîrê: Êrîş hatin şikandin, 14 çete hatin kuştin
Pêngava Bagera Cizîrê ya ji bo rizgarkirina bajarê Dêra Zorê bi hemû leza xwe dewam dike. Êrîşên çeteyên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kargeha Tenek û gundê Şel hate şikandin, 14 çete hatin kuştin. -
Hêzên Asayîşê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya endamê xwe Silêman Xidir El-Cemîl ku di encama qezayekê de şehîd bibû ragihand. -
QSD'ê li Tebqayê foca leşkerî ragihand
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li herêma Tebqa ya Reqayê foca leşkerî ragihand. -
Paqijiya li pişt eniyê
Li Herêma Dêra Zorê, li gel pêşveçûna şervanên QSD'ê, her wiya li pişt eniyê jî operasyonên paqijkirinê jî tên meşandin. Bi vî rengî pêşî li dehan êrîşan tê girtin û DAIŞ'iyên xwe di nava sivîlan de vedişêrin tên tespîtkirin. -
Fermandara YPJ'ê Zîlan ji bo tolhildanê şer dike
Zîlan fermandareke ku di nava sê salên xwe yên têkoşînê de tevlî gelek pêngavan bûye. Ne tenê li çeperan, her wiha bi koordînekirina şer re jî vîna jinê nîşanî tevahiya cîhanê dide, ku têk naçe. -
Artêşa Tirk a dagirker gundên Efrîn topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker, girên gundê Îska û gundê Basûfanê yên navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê, bi çekên giran bomberdûman dikin.