Komîseriya Bilind a Hilbijartinê ya Cizîrê daxuyanî da

Komîseriya Bilind a Hilbijartina Cizîrê, navên namzet, hejmara navendan û destûrên hilbijartinê eşkere kir.

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo ya Herêma Cizîrê di civîneke çapemeniyê de navên namzetên meclîsên herêmî bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Daxuyanî bi Kurdî û Erebî ji aliyê Hevserokên Komîseriya Bilind a Hilbijartinan Îzeddîn Ferhan û Rûken Mele îbrahîm ve hate xwendin.

Daxuyaniya komîseriyê wiha ye:

“Komîseriya Bilind a Hilbijartinan navên namzetên xwe ji bo hilbijartinên meclîsên herîmî radigihîne.

Li herêma Cizîrê 3048 namzet hatin pejirandin û 102 hatin redkirin. Li Herêma Firatê jî 1170 namzet hatin pejirandin û 4 kes hatin redkirin.

Hejmara navendên dengdayînê li herêma Cizîrê 824, li Herêma Firatê jî 256 û li Herêma Efrînê jî 205 navend in.

DESTÛRÊN PROPAGANDAYÊ

Têkildarî propagandayê ev tişt hate gotin;

- 10280 mamoste ango li her navendekê derdora 8 mamoste wê li ser sindoqan bisekinin. Ji îro ve hetanî roja 29’ê Mijdarê 2017’an hemû lîste û namzet dikarin propegandeya xwe bikin.

- Propegande jî wê bi rêya belavok, mîhrecan û şahiyan û di vê çarçoveya de were kirin:

- Tu namzet li dijî namzetê dîtir propeganda nake û jiyana hevbeş û biratiya gelan a hemû pêkhateyan tê parastin.

- Wêne û reklam li ser cihên olî nayên daleqandin (dêr û mizgeft).

- Di wextê ku namzet konê propeganda deynin û şahiyan lidar bixin divê agahî bidin navenda Asayîşê da ku parastina wan bike.

- Hilbijartinên Meclîsên Herêmî roja 1’ê Kanûna 2017’an pêk tên û divê bi kerta hilbijartinan deng were bikaranîn.

- Welatî dikarin heta 29’ê Mijdarê li buroyên komîseriyê kertên xwe yên hilbijartina çêbikin.

- Nabe ku karmendên rêveberî û navendên fermî bi ti awayî destdirêjiyan bikin an jî sîfatên xwe ji bo tu kesî bikar bînin.

- Dive lîsteyên hilbijartinan hemû tiştên girêdayî propagandayên hilbijartinan di nava 15 rojan de rakin. Eger nayê rakirin wê komîserî hilşyariyê bide. Eger dîsa neyê rakirin wê komîserî bi hevkariya şaredariyê wê bi xwe li ser hesabê lîste an jî namzet, rabike.”