Bagera Cizîrê: Êrîş hatin şikandin, 14 çete hatin kuştin

Pêngava Bagera Cizîrê ya ji bo rizgarkirina bajarê Dêra Zorê bi hemû leza xwe dewam dike. Êrîşên çeteyên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kargeha Tenek û gundê Şel hate şikandin, 14 çete hatin kuştin.

Çeteyên DIAŞ’ê yên ku di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de her ku diçe windahiyan dide, ji bo ku têkçûna xwe paş bixe êrîşên gund û herêmên hatine rizgarkirin dikin. Lê belê ji destê şervanên QSD’ê derbên giran dixwin. Çeteyên DAIŞ’ê îro piştî nîvor êrîş birin ser gundê Şel ê ku duh hatibû rizgarkirin. Li gund di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê giran qewimî, êrîşa çeteyan hate şikandin. Di encama şer de 9 çete hatin kuştin, 3 wesayîtên bombebarkirî hatin rûxandin û rêjeyek çek û cibilxanejî ketin destê şervanan.

Li aliyê din çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser nuqteyên QSD’ê ya Kargeha Tenek a beriya du rojan ji aliyê QSD’ê ve hatibû rizgarkirin. Li vir jî şer qewimî, di şer de  5 çete hatin kuştin, wesayîtek hate rûxandin û wesayîtek jî kete destê şervanan.