Cenazeyên 4 şehîdên QSD’ê li Tebqa hatin veşartin

Bi sedan welatiyên Tebqa û gundên wê cenazeyên 4 şervanên QSD’ê yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Tebqayê veşartin.

Bi sedan welatiyên herêma Tebqayê li navçeyên Cirniyê û bajaroka Mehmûdlî yên Tebqayê li benda karwanê cenazeyên şervanên QSD’ê Mahir Hemûd (Qusey Reqa), Ehmed Elî El-Ehmed (Elemînyom), Elai El-Ehmed Neîrîbî (Elai) û Mehemd Hemûd (Mehmûd Reqa) ku ji Herêma Kobanê dihat sekinîn.

Her wiha di merasîmê de nasnameya 3 şehîdan jî hate eşkerekirin. Yek ji şehîdan di berxwedana Kobanê ya sala 2014’an de şehîd bibû.

Dema karwanê şehîdan gihiştin bajêr bi dehan welatî bi wesayîtên xwe tevlî karwanên şehîdan bûn. Girseya gel bi cenazeyan re hatin Goristana Şehîdan a li bajarê Tebqayê.

Li goristanê darbesta şehîdan li ser milan hate rakirin û li gel deqeyek rêzgirtina leşkerî merasîm destpê kir.

Piştre li ser navê Malbatên Şehîdan Îbtîsam El-Îbrehîm axivî û got ku şehîdan bi tekoşîna xwe destkeftî bidestxistine.

Di berdewama merasîmê de her wiha Endamê Fermandariya QSD’ê Omîd Gabar axivî û got ku hêzên wan wê tekoşîna xwe ya li dijî çeteyan bidomînin û piştî Reqayê wê çeteyan li her derê têk bibin.

Di merasîmê de her wiha Cîgirê Hevserokê Melcîsa Zagonsaz a Tebqayê Elî El-Hmêdî jî axivî û got ku bi saya şervanan azadî pêk hatiye û rojeke nû li ser gelê herêmê hatiye.

Di merasîmê de Hevseroka Komîteya Karûbarên Malbatên Şehîdan Ebîr El-Mûsa nasnameya 3 şervanên ku şehîd bûne ragîhand. Şehîdên nasnameyên wan hatin ragîhandin ev in: Taha El-Başif (Taha Reqa), Hamid El-Bîlal ( Hamid Reqa), Zekeriya Mûstefa (Zekeriya) di berxwedna Til Şehîr a Kobanê de sala 2014’an şehîd bûye.

Di dawiya mersîmê de girseya gel cenazeyên şervanan bi diruşmeyan veşartin.