Fermandara YPJ'ê Zîlan ji bo tolhildanê şer dike
Zîlan fermandareke ku di nava sê salên xwe yên têkoşînê de tevlî gelek pêngavan bûye. Ne tenê li çeperan, her wiha bi koordînekirina şer re jî vîna jinê nîşanî tevahiya cîhanê dide, ku têk naçe.
Zîlan fermandareke ku di nava sê salên xwe yên têkoşînê de tevlî gelek pêngavan bûye. Ne tenê li çeperan, her wiha bi koordînekirina şer re jî vîna jinê nîşanî tevahiya cîhanê dide, ku têk naçe.
Pêngava Bagera Cizîrê, bi rizgarkirina gundên li herêmê dewam dike. Şervanên jin jî hem di nava şert û mercên zehmet de li refên pêş ên eniyê cih digirin, hem jî destê alîkariyê dirêjî gelên hatine rizgarkirin dikin.
Zîlan Canfeda (23), sala 2014'an li Til Temirê tevlî nava refên YPJ'ê bûye. Niha di Pêngava Dêra Zorê de fermandara yekîneyekê ye.
Piştî ku Zîlan tevlî nava refên YPJ'ê bû, dotmam û du birayên wê jî tevlî nava refên têkoşînê bûne. Apê wê û pismamekî wê jî di şerê dijî DAIŞ'ê de şehîd bûne. Zîlan dibêje, bi taybetî şehîdan û şervanên YPG'ê bandor li wê kirine û bi vê bandorê tevlî nava şerê azadiyê bûye.
Zîlan a YPJ'yî, ruhê tolhildanê û evîna azadiyê destnîşan dike û dibêje, "Canfeda pismamê min bû; berî min tevlî nava refên YPG'ê bûbû. Piştî şehadeta wî min rahişt çeka wî. Hêvîdar im ez ê bibim layiqî çeka wî û hesabê xwîna wî bipirsim."
GELEK PÊNGAV LI DÛ XWE HIŞT
Ji sala 2014'an dema tevlîbûna xwe û vir ve Zîlan tevlî gelek pêngavan bûye. Anî ziman ku ew fermana yekîneyê ye, Pêngava Şehîd Rûbar pêngava destpêkê bû ku ew tevlî bû û di şerê dijwar de birîndar bûye. Ji bo wê yek ji pêngavên girîng jî Pêngava Minbicê ye. Niha jî di Pêngava Dêra Zorê de bûye tirsa dilê çeteyên DAIŞ'ê.
DU KESAYETÊN KU TI CARÎ JI BÎR NAKE
Dema ku em jê dixwazin ji me re qala bûyerên ku 'ti carî ji bîr nake' bike, balê dikişîne ser pêvajoya paqijkirina Çiyayê Kezwanan: "Çeteyên DAIŞ'ê êrîşeke giran kiribûn. Li vê derê fermandara min a tabûrê Bêrîtan ku di jiyana sivîl de jî hevala min a nêz bû, şehîd bû. Wê wextê ez jî di nava dorpêçiya dijmin de mabûm. Hevalê min ê Ereb Dilşêr hat ji bo min rizgar bike. Rizar kir jî, lê ew jî şehîd bû. Tevî ku demeke dirêj di ser şehadeta wan re derbas bûye, lê hê îro jî bi heman rengî diêşim. Di heman demê de gelekî xurt jî dibim. Ji bo hilanîna tola wan ez ê şerê xwe bidomînim."
Zîlan tîne ziman ku YPJ di di Pêngava Dêra Zorê de, li gelek qadên; êrîş, parastin û çepergirtinê de cihê xwe digire. Zîlan destnîşan dike ku çi zehmetî derkeve pêşiya wna jî bi bîr û baweriya ji hêza parastina jinê, ew tevdigerin.
Fermandar Zîlan bi van gotinan qala girîngiya cihgirtina YPJ'ê ya di Pêngava Dêra Zor de de dike: "Di vî şerî de hem em xwe nas dikin, hem jî nîşanî cîhanê didin ku xwedî îradeyekê ne. Em ne tenê li dijî çeteyan şer dikin, di heman demê de li dijî zîhniyet aku rê li ber DAIŞ'ê ve dike şer dikin. Ji ber ku ew jinê qels dibînin, zext û zorê li jinê dikin, bê îrade dibînin. Em li ber zîhniyeta ku jinê li nava malê heps dike, radibin. Lewma em xwedî wê hêzê ne ku li dijî her şêwe êrîşên li hemberî xwe, xwe biparêzin."
JINÊN EREB ZÊDE NE
Zîlan Canfeda balê dikişîne ser aliyê enternasyonal ê şer û wiha dewam dike: "Em li vê derê ne tenê Kurd in. Jinên Ereb, Suryanî û ji gelên welatên din jî îradeya xwe nîşan didin. Ev hevgirtin gelekî girîng e. Ji ber ku em dibêjin, êrîş li dijî me hemûyan e, em hemû xwedî îrade ne, destketî jî ne tenê yê Kurdan e, ji bo her kesî ye. Piraniya tabûra me ji hevalên Ereb pêk tê. Jinên ku ji Amerîkayê hatine jî di nava me de hene. Li welatê xwe YPJ bihîstine; ji bo bibe hevparê jiyana me hatine. Moralê hevalên me gelekî bilidn e. Tevî ku rojên bêhndanê yên hevalên me tên jî naxwazin dest ji pêngavê berdin."
Zîlan destnîşan dike ku piraniya şervanên wan ji Reqa û Dêra Zorê ne û wiha dewam dike: "Gelekî zilm ji destê DAIŞ'ê dîtine. Destdirêjî li hin ji wan hatiye kirin. Wekî din malbatên gelek hevalên me ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine kuştin. Ji bo hilanîna tolê li vir şer dikin."
PÊŞVEÇÛNA LI ÇOLÊ ZEHMET E
Fermandar Zîlan balê dikişîne ser zor û zehmetiyên Pêngava Dêra Zorê û dibêje; "Ev der çoleke gelekî fireh e. Gund ji hev gelekî dûr e. Ev yek tehdê li pêşveçûna hêzên me dike. Gel perîşan bûye. Gelê ku DAIŞ'ê ew ji malên wan derxistiye, neçar e li çolê bijî. Gelek caran tî û birçî dimînin. Bi rizgarkirina vê derê re wê aramî bê nava gel. Em ji bo vê hewl didin."
GEL BI ÇI RENGÎ YPJ'Ê PÊŞWAZÎ DIKE?
Fermandara YPJ'ê Zîlan di dawiyê de dibêje, "Piştî ku me herêm rizgar kir, dema em dikevin nava gel ew bi kêfxweşî ber bi me ve tên. Me hembêz dikin û dibêjin, 'We em ji zilma DAIŞ'ê rizgar kirin'. Hem li Dêra Zorê hem jî li Reqayê jinan gelekî êş kişandin. Vîna jinan hatibû şikandin. Ji ber vê yekê hêzên YPG/YPJ'ê bi coş pêşwazî dikin. Em pê kêfxweş dibin. Hêja ye ku em ji bo vî gelî kedê bidin."