Ciwanên Rojava ji bo erdhejzedeyan dest bi kampanyayê kirin
Ciwanên Şoreşger ên Rojavayê Kurdistanê, ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê yên li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, dest bi kampanya alîkariyê kirin.
Ciwanên Şoreşger ên Rojavayê Kurdistanê, ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê yên li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, dest bi kampanya alîkariyê kirin.
Kampanya Alîkariyê ya Ciwanên Şoreşger ên li Rojavayê Kurdistanê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Berî du rojan li herêma Kirmanşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, erdhejek dijwar ya bi pileya 7.5’an de rû da. Ev erdhej bû sedema ku gelek weletparêzên me yên li Rojhilat û Başûr ziyanê bibînin. Bi vê erdhejê re em gelekî xemgînin. Weke Ciwanên Şoreşger ên Rojavayê Kurdistanê di her demê de em bi gelên xwe ên her çar parçeyên Kurdistanê re ne. Bi taybetî jî di vê dema zehmet de ku gelê me tê de ye. Em wek Ciwanên Şoreşger ên Rojavayê Kurdistanê bi dil û canê bi gelê xwe yê Kirmaşan û Silêmaniyê re ne. Li ser vê bingehî em sersaxiyê ji malbatên ku kesên wan jiyana xwe ji dest dane û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.
Ji bo me ciwanên Şoreşger ên Rojavayê Kurdistanê yekitiya neteweyî ne mijarek ku were gotûbêjkirin e. Mijara yekitiya neteweyî, mijarek jiyanî ye. Pêwiste em li ser bixebitin. Di demek wisa bi xemgînî de diyar dibe ku em yekitiya neteweyî çiqas cidî digirin dest. Di vê çarçoveyê de em weke koordînasyona Ciwanên Şoreşger ên Rojavayê Kurdistanê ku 18 partî û rêxistin di nav de ne, li ser banga KCK Û KNK'ê dest bi kampanya alîkariyê ya ku li ser asta Rojavayê Kurdistanê tê de ye, dikin. Ji bo ku em bi gelê xwe ê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê re bibin alîkar em ê hefteyekê li hemû herêmên rojava, li ser lingan bin û ji bo gelê xwe alîkariyê kom bikin. Li ser vî bingehî em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi awayekî hestiyarî êşa gelê me yê Kirmanşanê parve bike û bi ruhekî Yekitiya Netewiya Kurdistanê alîkar be."
PLANSAZIYA KAMPANYAYÊ
Li gorî daxuyaniyê plansaziya kampanya alîkariyê wiha ye:
"Ji 14’ê vê mehê heya 21’ê mehê wê kampanya me ya alîkariyê berdewam bike.
Li ser sê Kantonên Rojava em ê sindoqên alîkariyê deynin.
Wê komîteyên me jî di nava gel de bigerin û bi derfetên fermî alîkariyê kom bikin.
Kî dixwaze alîkarî bide, bila serî li navendên ciwanan ên di bajêrê xwe de bide.
Desteya Ciwanan a Kantona Cizrê jî, hevkarê meye di nava vê kampaniyê de.
Di 22’ê mehê de em ê encama kampaniyayê ji gelê xwe re ragihînin û alîkariya ku hati komkirin ji gelê xwe yê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê re bişînin."