Asayîşa Qamişlo, wesayîteke bombebarkirî îmha kir

Hêzên Asayîşê ya Qamişlo, li taxa Hilêliyê wesayîtekî bombebarkirî îmah kirin.

Îro di saetên şevê de, Tîmên Taybet ên girêdayî Hêzên Asayîşa Qamişlo, li taxa Hilêliyê ya Qamişlo wesayîteke bombebarkirî îmha kirin.

Piştî lêkolîn û lêgerîna hate kirin û şûnde, hat destnîşankirin ku wesayîta bombebarkirî li taxa Hilêliyê ye. Tîmên Taybet ên girêdayî Hêzên Asayîşa Qamişlo, di demekî pir kîn de wesayîta bombebarkirî dîtin û bi ewle îmah kirin.

Li gorî lêkolîna hate kirin, di wesayîtê de 2 ton teqemenî hatibû bicihkirin.