Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Paqijiya li pişt eniyê

Li Herêma Dêra Zorê, li gel pêşveçûna şervanên QSD'ê, her wiya li pişt eniyê jî operasyonên paqijkirinê jî tên meşandin. Bi vî rengî pêşî li dehan êrîşan tê girtin û DAIŞ'iyên xwe di nava sivîlan de vedişêrin tên tespîtkirin.

Pêngava Bagera Cizîrê, ku bi pêşengiya Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê roja 9'ê Îlonê dest pê kir, dewam dike. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li rojhilatê Çemê Firatê bi pêş ve dişînin û xwe gihandine nêzî sînorê Iraqê. Bi rizgarkirina gundan re operasyonên paqijkirinê jî bê navber dewam dikin.

ÇIMA OPERASYONA PAQIJKIRINÊ?

Di her pêngava bi pêşengiya YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê tê meşandin de, 'operasyonên paqijkirinê' jî tên meşandin. Di operasyonên paqijkirinê de mayin tên tespîtkirin û îmhakirin, xefikên li pêşiya şervan û sivîlan hatine danîn tên tespîtkirin û rûxandin, teqemeniyên piştî şer li naverastê mane ya jî cebilxaneyên leşkerî yên nehatine teqandin tên hevdan û tedbîrên ewlekariyê tên girtin. Wekî din, li herêmên ku sivîl lê vedigerin û jiyana xwe ya civakî didomînin, kontrola nasnameyê tê kirin, mal tên saxkirin bê çek, madeyên teqemeniyê hene yan na û şexsên gumanbar tên kontrolkirin.

ÇETEYÊN DAIŞ'Ê YÊN XWE DI NAVA SIVÎLAN DE VEDIŞÊRIN

Piştî Tebqa, Minbic û Reqayê, li Dêra Zorê jî yek ji rêbazên sereke yên ku çeteyên DAIŞ'ê serî lê dide ew e ku xwe di nava sivîlan de vedişêrin û bi vî rengî hewl didin êrîş bikin. Ev rêbaz li Dêra Zorê gelekî zêde tê bikaranîn. Çeteyên DAIŞ'ê piştî demekê bi kincê sivîl dikevin nava gundan û hewl didin êrîşên xwekujî û komkujiyan bikin. Lewma li gel pêşveçûna pêngavê, operasyonên paqijkirina gundan ên li eniya paş jî gelekî girîng in. Li herêma Dêra Zorê di operasyonan de heta niha bi dehan çete hatine girtin û pêşî li dehan êrîşan hatiye girtin. Her wiha gelek mayin hatine tespîtkirin, malên hucreyê hatine kifşkirin û çek hatine desteserkirin.

DIVÊ TIMÎ WERIN KIRIN

Operasyonên paqijkirinê di her qonaxa pêngavê de divê werin kirin. Pêr bi piştgiriya hêzên Asayîşê yên Rojava li qadeke ji 70 kîlometreçargoşeyî ya navbera Şedaddê û mergedeyê operasyoneke berfireh a paqijkirinê hate kirin. Di encamê de 2 çeteyên DAIŞ'ê bi saxî hatin girtin; tunelek dirêj hate tespîtkirin û hate rûxandin. Nasnameya sê hezar kesî hate kontrolkirin, li cihên veşartî yên hin xaniyan teqemenî û çek hatin dîtin û kesên destekê didin DAIŞ'ê hatin lêpirsîn.

SIVÎL JÎ DIBIN ALÎKAR

Ji bo operasyon bi lez û bi bandor werin meşandin, sivîl jî çi ji destê wan tê dikin. Di dema lêgerîna li mal û wesayitên xwe de qet nerazîbûnê nîşan nadin. Bi dilgermî şervanan pêşwazî dikin.