Rûkayya ya ji Dêra Zorê: Êdî dikarim xwe û gelê xwe biparêzim

Endama Asayîşa Dêra Zorê Rûkayya: Li Dêra Zorê di dema rejîmê de jin dikarîbûn bibin doktor, parêzer û hwd. lê timî sînorek li pêşiya jinan hebû. Deriyê wezîfeyên parastinê yên weke leşkerî û asayîşê, li jinan girtî bû.

Rûkayya Alî Alî, ku tevî malbata xwe ji zilma DAIŞ'ê reviya, xwe li Hesekê girt. Rûkayya Alî ku nêzîkatiya wekhevî, xwişk-biratîk û azadiya jinê ya şoreşa Rojava bandor lê kir, cihê xwe di nava Hêzên Parastina civakî û piştre jî cihê xwe di nav hêzên asayîşê de girt. Rûkayya Alî Alî niha jî bi erka Asayîşa Dêra Zorê radibe.

Me jî Rûkayya li kampeke ku sivîlên ji êrîşên DAIŞ'ê û rejîmê reviyane, nas kir û li çîroka wê guhdarî kir.

Rûkayya Alî Alî destnîşan kir ku ew kêfxweş e ji ber ku parastina gelê xwe dike û anî ziman, ew dixwaze bibe mînak ji jinên li Dêra Zorê re.

Em guh bidin serpêhatiya Rûkayya Alî Alî.

'NEÇAR MAM DEST JI DIBISTANA XWE BERDIM'

Ji mintiqeya Cûbeyl a Dêra Zorê me. Sala 2011'an min li Hesekê dest bi xwendina Wêjeya Fransî kir. Lê belê welatê me tevlîhev bû. Serhildan li dijî rejîma Esad dest pê kir. Ji ber şerê navbera rejîmê û artêşa azad, gel mexdûr dibû. Piştre mintiqeya me kete destê artêşa azad. Bi demê re zextên li dijî jinan zêde bû. Piştî salekê neçar nema karîbûm biçim dibistanê. Dûre DAIŞ li herêma me bû serdest. Yên berê di nava artêşa azad de bûn, piştre bûn endamên DAIŞ'ê.

LI DÊRA ZORÊ ME NEKARÎ NEFESÊ BIGIRIN

Gelekî zilm û zordarî li jinan dikirin. Xwendina dibistanê li aliyekî, em nikarîbûn derkevin ber derî. Jin mîna ku sûcdar in, gelek qanûn li dijî jinan derxistin. Her tiştên jiyana me ji aliyê wan ve dihatin diyarkirin. Êdî me nema dikarîbû nefesê bigirin.

Min nekarîbû xwe li wê rewşê rabigirta. Berê jî jin ne xwedî azadiyeke bê sînor bûn, lê belê rewşa me ji dema Cephet El Nûsra û DAIŞ'ê baştir bû.

Min bihîstibû ku li Hesekê, li Rojava rewş gelekî cuda ye. Ji ber vê yekê min pêşniyar li malbata xwe kir ku em ji wir derkevin. Şevekê em reviyan û hatin Hesekê.

JI BO MIN ÊDÎ NE DIBISTAN, LÊ XWEPARASTIN BÊHTIR WATEDAR BÛ

Piştî salekê li zanîngeha Hesekê min xwendina xwe ya wêjeya Fransî dewam kir. Lê êdî dibistan ji bo min bê wate dibû. DAIŞ'ê dest ji gelên me û jinên li vê derê bi wekhevî dijiyan, bernedida. Timî êrîşî şoreşê dikir. Car carna êrîşên çekdarî û bi bombeyan dihate kirin.

Jin li vê derê dikarîbûn cihê xwe di nava YPJ, Asayîşê û hêzên xweparastinê de bigirta. Vê yekê bandor li min dikir. Piştî xwendina salekê min dest ji dibistanê berda.

Min dixwest xwe, welatê xwe û malbata xwe biparêzim. Ji ber vê yekê jî tevlî nava hêzên xweparastinê bûm. Ev 7 meh in cihê xwe di nava asayîşê de digirim.

2 MEH IN DI NAVA PÊNGAVÊ DE YE

Dema ku Pêngava Bagera Cizîrê dest pê kir, hêzên asayîşê jî cihê xwe li gel hêzên QSD'ê girtin. Ji ber pêngavê gelekî kelecanî bûm. Piştî Reqayê wê Dêra Zor jî rizgar bibûya.

Êşên ku gelê Dêra Zorê dikişînin wê êdî biqediyan û firsendên jiyana azad derketibûna pêşiya gel. Ji ber vê yekê bi xurtî tevlî pêngavê bûm û îro Dêra Zor xwedî asayîşekê ye. Bi pêngavê re qadên me tên azadkirin. Em jî bi wan re gav bi gav ewlekariya navxweyî bi rêxistin dikin.

DIXWAZIM BIBIM MÎNAK JI JINÊN LI DÊRA ZORÊ RE

Weke jinek ji Dêra Zorê ez dixwazim ji jinên din ên li Dêra Zorê re bibim mînak. Di dema rejîmê de em dikarîbûn bibin doktor, parêzer, hemşîre û mamoste. Lê timî sînor li pêşiya me hebû. Em nikarîbûn tevlî hêzên parastinê bibin.

Ez îro di pêngavê de bi wezîfeya xwe radibim. Îradeya min û weke jinekê baweriya min a bi xwe xurt dibe. Ez zanim ku ev hêz bi jinên din re jî heye. Ji xwe jinên ji Dêra Zorê tên dema me û şervanên YPJ'ê dibînin pir kêfxweş dibin.

BI QASÎ ZILMA DAIŞ'Ê, ZILMA REJÎMÊ JÎ HEYE

Her kesê ji xwe re dibêje 'ez mirov im' divê alîkariyê bide gelê Dêra Zorê ku di bin zilma DAIŞ'ê û rejîmê de perîşan bûye. Mînak; mintiqeya me niha di kontrola rejîmê de ye. Çawa ku em ji ber zilma DAIŞ'ê ji herêma xwe reviyan, niha jî ji ber zilma rejîmê em nikarin li herêma xwe vegerin. Li cihên ku rejîm bi pêş ve diçe, ji balafiran bombe li ser gel tê barandin. Wekî din dikevin nava malan û êşkenceyê li mirovên sivîl dikin.

Em li vê derê xizmetê ji jin û gelê xwe yê ji zilma DAIŞ'ê û rejîmê reviyane, dikin. Her roj bi hezaran mirovên ji zilma rejîmê direvin xwe li herêmên me digirin. Derfet kêm in, mirovên me zor û zehmetiyê dikişînin. Em xwarina xwe jî gelek caran didin wan. Me can û derfetên xwe ji bo wan danîne holê. Lê ev têrê nake. Zivistan tê û pêwîstî bi alîkariya lezgîn heye."