Artêşa Tirk leşkerên xwe li ser sînorê Efrînê zêde dike
Artêşa Tirk a dagirker li Herêma Reco ya dikeve navberra sînorê Kantona Efrîn û Bakurê Kurdistanê de her diçe zêdetir dike.
Artêşa Tirk a dagirker li Herêma Reco ya dikeve navberra sînorê Kantona Efrîn û Bakurê Kurdistanê de her diçe zêdetir dike.
Artêşa Tirk a dagirker hewldanên dagirkirina xaka rojava her ku diçe zêdetir dike. Artêşa Tirk hêzên xwe li derdora Qereqola Têl Kupriyê û devera Kêl Mêriyê ya li nêzî Çemê Reş ê dikeve herêma Reco ya li ser sînorê Efrînê zêdetir kirin.
Hêzên artêşa Tirk a dagirker piştî avakirina çeperên li ser sînorê herêma Raco, li gel hejmara leşkerên xwe tevî çekên giran li nêzî qereqola Têl Kûpriyê û Geliyê zeytûnê ya nêzî çavkaniya Batman a herêma Raco, zêde kir.