QSD'ê li Tebqayê foca leşkerî ragihand

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li herêma Tebqa ya Reqayê foca leşkerî ragihand.

Merasîma ragihandina foca leşkerî ya li Tebqayê, li gundê Sefsafahê hate kirin. Fermandarên QSD'ê, Hevserokên Meclîsa Rêveber û Qanûndanînê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê, şêniyên herêmê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên leşkerî beşdarî merasîmê bûn.

250 şervanên foca leşkerî, piştî perwerdeya leşkerî û îdeolojîk a mehekê, mezûn bûn.

Ji fermandarên QSD'ê Ronî Hesen li merasîmê axivî û got, "Ragihandina foca leşkerî pîroz dikim. Pê bawer û piştrast im ku tevlîbûna li nava focên leşkerî wê dewam bikin û em ê herêma xwe bi hev re biparêzin."

Hevseroka Komîteya Dîplomasiyê Asya El-Xerîbî jî got, "Mirovên ku welat, gel û rûmeta xwe diparêzin, mirovên leheng in. Pêwîstiya vê axa hatiye rizgarkirin bi şervanên mîna we leheng heye."