Kobanî ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan meşiyan

Bi hezaran welatiyên Kobanê yên ku ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşiyan, daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di çarçoveya çalakiyên ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşek girseyî lidar xist. Bi hezaran welatiyên Kobanê tevlî meşê bûn û daxwaz kirin ku bi lezgîn agahiyek ji Ocalan bê girtin.

Endamê Desteyên Rêveberiya Xweser, Saziyên Civakî,Malbatên Şehîdan, mamoste û bi dehan şervanên YPG / YPJ’ê jî tevlî meşê bûn.

Welatî li Qada Jina Azad kom bûn. Gel Posterên Ocalan, alên TEV-DEM û PYD vekirin, bê navber diruşmeya dilsoziya bi Ocalan re qîr kirin.

Girseya ku bi diruşmeyan dest bi meşê kirin û heta Qada Şehîd Egîd a li navenda bajar kom bûn. Li vir Endamaê Meclîsa Giştî ya PYD’ê Dîlber Yûsif axivî û ji hemû dewletên cîhanê daxwaz kir ku ji bo azadiya Ocalan bi lezgîn bikevin nava tevgerê û guh bidin gelê ji bo azadiya Ocalan di nava çalakiyan de ne.

Dîlber di berdewama axaftina xwe ev tişt anî ziman: “Em hemû îro ji bo azadiya Ocalan li vir kom bûne. Ji demek dirêj ve ti agahî ji Rêbertiya me nayê girtin, lê em ê ti carî çalakiyên xwe ranewestînin, divê hemû saziyên navdewletî û yên mafê mirovan jî erka xwe pêk bînin.”

Çalakî piştî axaftinan û şûnde bi gerandina govendê û stranan ve bi dawî bû.