Hêzên Asayîşê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya endamê xwe Silêman Xidir El-Cemîl ku di encama qezayekê de şehîd bibû ragihand.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya endamê xwe Silêman Xidir El-Cemîl ku di encama qezayekê de şehîd bibû ragihand.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşa Rojava- Bakûrê Sûriyê têkildarî şehadeta endamê xwe Silêman Xidir El-Cemîl daxuyaniyeke li ser malpera xwe weşand.
Daxuyanî wiha ye:
ʺ Li herêma Til Hemîsê endamê me Silêman Xidir El-Cemîl (26) şeva 13`ê Mijdarê dema li ser erka xwe di encama qezayekî trafîkê de şehîd bû.
Em weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Hêzên Asayîşa Rojava-Bakurê Sûriyê) bejna xwe li beramberî şehîdên xwe ditewînin. Sersaxî ji malbata şehîd re dixwazin û soz didin ku têkoşîna hevriyê xwe bidomîninʺ.