Cenazeyê şervanê YPG’ê Danyar hate veşartin

Welatiyên bajarê Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG’ê Danyar Serêkaniyê bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Serêkaniyê veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniye, cenazeyê şervanê YPG’ê Henî Hemid (Danyar Serêkaniyê) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, ji nexweşxaneya Serêkaniyê wergirtin û bi tilîliyên dayikan û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” ber bi Goristana Şehîdan a Serêkaniyê ve bi rêketin.

Li goristanê ji aliyê şervanên YPG-YPJ’ê ve merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Şêrîn Mihemed axivî û sersaxî ji malbatên têkoşer re xwest û diyar kir ku şehîd di oxira rizgarkirina welatê xwe de, cane xwe feda kirine.

Li ser navê Rêveberiya Xweser, Dijwar Ahmed jî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Bi saya şehîdan em ê Sûriyekî demokratîk û federal ava bikin û bi azad bijîn.”

Di berdewamiya merasîmê de, nasnameya şervanê YPG’ê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Piştre cenazeyê şehîd Danyar Serêkaniyê bi dirûşmeyên dilsoziya şehîdan re hate veşartin.