Gel, endamên saziyên civaka sivîl û endamên Asayîşê, cenazeyên her du şehîdan ji meclîsa taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi karwaneke ji wesayîtan pêk dihat, berê xwe dan Goristana Şehîd Raxib Etiye ya dikeve rojavayî navçeya Til Hemîs.
Li goristanê, merasîma bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê endamên Asayîşê ve hate lidarxistin destpê kirin. Piştre li ser navê Asayîşa Til Hemîs rêveber Elî Diyab Mihemed, li ser navê Asayîşa Til Birak rêveber Xelîl Mihemed, li ser navê TEV-DEM`ê Salih Xelef, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Til Hemîs Mihemed Xeliyo û li ser navê malbata şehîd Ebd Celîl Mihemed, apê wî Ebd Hefîz Mihemed, axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de, sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û rola şehîdan di parastina welat de, hate ziman.
Piştî axaftinan, nasnameya her du şehîdan hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê her du şehîdan bi dûrimşeya “Şehîd Namirin” ve hatin veşartin.