Cenazeyê Şehîd Yilmaz Serhed hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG’ê yê Yilmaz Serhed (Firat Şenol) ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehd bibû, li Goristana Şehîd Delîla Sarûxan a bajarê Qamişlo bi merasîmekê hate veşartin.

Bi sedan kesî cenazeyê şervanê YPG’ê yê ji Bakurê Kurdistanê Yilmaz Serhed (Firat Şenol) ê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehd bibû, li ser wesiyeta wî li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo hate veşartin.

Bi sedan welatiyên Herêma Qamişlo cenazeyê şehîd Yilmaz li ser milên xwe kirin û bi diruşmeyan heta Goristana Şehîd Delîl Sarûxan meşiyan. Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir û piştre jî dengê birayê Şehîd Yilmaz Serhat hate guhdarkirin. Di axaftinên birayê Şehîd de sersaxî ji hemû gelê Kurd, Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û malbatên Şehîdan re hate xwestin.

Di berdewama merasîmê de Endama Fermandariya YPG/YPJ’ê Evîndara Efrîn axivî û wiha got: “Ji Qamişlo heta Bakurê Kurdistanê em sersaxî ji hemû malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin. Şehîd Yilmaz Serhed ji bo gelê bindest û mirovahiye di nava hemû xebatan de cih girt û tekoşînek mezin û bê hempa heta şehadetê pêk anî. Em jî soz didin ku em ê heta dawî şopdarên rêya wî û hemû şehîdan bin.”

Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Elî Reş û li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Henan Somî axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd û hemû gelê herêmê re hate xwestin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd Yilmaz Serhed bi diruşmeya ‘Şehîd Namirin’ ve veşartin.